Şand, ji Zêrevan Nêrweyî, endamê Komîta navendî ya PDK yê berê û rojnamevan û nivîskar Faxir Berwarî ku di heman dem de kurê Şehîdekê têkoşîna azadiya Kurdistanê ye jî, pêk hatibû.
Di hevdîtinê de Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: em bi dîtina we ya ji nêz ve dilşad bûn û li gotinên xwe zêde kir û got bi saya we û ya pêşmerge û xwîna şehîdên Kurdistanê ev azadî pêk hat.
Piştre li ser navê şandê Seydayê Dilbirîn sipasiya serok Barzanî kir û hindek ji helbestên xwe yên şoreşgerî ji bo Serok xwendin..
Amadekirin: Avestakurd