Serrûpel Nûçe Karayilan li Hewlêrê beşdarî konferansê dibe

Karayilan li Hewlêrê beşdarî konferansê dibe

Belav bike

Di konferansê de wê ji her çar perçeyên Kurdistanê partî, rêkxistin û kesayetiyên Kurd beşdar bibin.

Her wiha yek ji armancên Konferansê ewe ku ji bo pêşerojê Kurd ji xwe re stratejiyeke netewî destnîşan bikin.

Di vê konferansa netewî de, ku wê cara yekemîn were li darxistin, ji Ewropa, Emerîka, Asya û gelek welatên din kesayetî û dîplomat weke mêvan amade bibin.

Li gora hinek çavkaniyan ku ji Avesta re diyar kirin, Tirkiyê ne li dij li darxistina vê Konferansê de, her wiha Îran jî ne li dij e.

Serokê herêma Kurdiatanê Mesûd Barzanî, wê ji bo yekkirina Kurdan û danîna stratejiyeke netewî roleke mezin bilîze, wê serkêşiya vê projeya netewî bike.

Çavdêr dibêjin, di dîroka gelê Kurd de, wê ev yekemîn û mezintirîn projeya netewî be, ji bo Kurdan.

Di konferansê de wê serokê Konseya KCK Murat Karayilan jî beşdar bibe.

Eger tu pirsgirêk û asteng dernekevin, Konferans wê di îlona îsal de, li başûrê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê çêbibe.

AVESTA KURD