Serrûpel Nûçe PDK – Bakur jî beşdarî Konferasa Amedê nebû

PDK – Bakur jî beşdarî Konferasa Amedê nebû

Belav bike

KCD Û BDP bi beşdariya gelek rêxistinên sivîl yên di mîhwera PKK-ê de dê sibe û dusibe li gor dîrektîvên rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan konferansekê li Diyarbekirê amade bikin.

Serokê Hak-Parê Kemal Burkay van rojan bi daxuyaniyeka nivîskî aşkera kir ku beşdarî wê konferansê nabin. Huda-Para nêzîkî Hibullahê jî beşdar nabe û li gor Sertaç Bucak PDK-Bakur jî beşdar nabe.

Li bakurê Kurdistanê wekî rêxistinên siyasî yên naskirî BDP û KCD vê konferansê amade dikin û hinek partiyên biçûk yên wekî Kadepê jî beşdarî konferansê dibin.

Organîzatorên konferansê îdia dikin ku hejmara delegeyên BDP-ê û Hak-Parê dê bi qasî hev bin û fêm nakin ka çima Hak-Par beşdar nabe. Li bakurê Kurdistanê PKK bi rêya gelek “rêxistinên sivîl” yên di bin baskê xwe de delegeyan tîne konferansê û hertişt di kontrola terefdarên PKK-ê de ye.

Lewra jî partiyên wekî Hak-Parê, PDK-Bakur û Huda-Parê naxwazin bibin fîguranên konferanseka ku bi dîrektîvên Abdullah Ocalan û bi piraniya pir ya delegeyên terefdarên PKK-ê têt amade kirin bibin.

Jixwe “prosesa aştiyê” ya ku bi danûstandinên rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan û misteşarê MIT-ê Hakan Fidan dest pê kiriye dikare tenê problema dewleta tirkan ya digel PKK-ê çareser bike û nabe derman ji doza miletê kurd ya li bakurê Kurdistanê re.(Nefel)