Serrûpel Nûçe Wezareta navxwe ya Kurdistanê bersiva KCK dide

Wezareta navxwe ya Kurdistanê bersiva KCK dide

Belav bike

KCKê berî çend rojan di daxuyaniyekê de rexne li girtina sînorê navbera başûr û rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve kir. KCKê ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi vî karî zextê li gelê rojavayê Kurdistanê bike.

Li beramberî vê yekê wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nade ew dergeh ji bo berjewendiyên aliyekî diyarkirî û ji bo bihêzkirina cihê xwe bê bikaranîn.”

Wezareta navxwe di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Siyaseta bi zorê xwe li ser aliyên din ên rojavayê Kurdistanê ferzkirin karekî nerast e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabe beşek ji wê siyasetê ku rê bide dergehê sînor ji bo cîbicîkirina wê armancê bê bikaranîn.”

Teksta daxuyaniya wezareta navxwe bi vî awayiye:

Hinek kanalên ragihandinê beşek ji daxuyaniya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) belav kirin ku di nav de behsa girtina dergehê sînorê navbera Herêma Kurdistan û rojavayê Kurdistanê dike. Em di vê derbarê de radigihînin:

1-Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê nade ku dergehê sînor ji bo berjewendiyên aliyekî diyarkirî û ji bo bihêzkirina cihê xwe bê bikaranîn.

2-Siyaseta bi zorê xwe li ser aliyên din ên rojavayê Kurdistanê ferzkirin karekî nerast e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabe beşek ji wê siyasetê ku rê bide dergehê sînor ji bo cîbicîkirina wê armancê bê bikaranîn.

3-Siyaseta xapandin, tirsandin, ketina li pey, girtina endam û aliyên din wê bandorên xirab bi xwe re bênin.

4-Dergehê sînor tenê ji bo rewşên mirovî tê vekirin. Heta ji bo jihevtêgihiştin û vegera dengê piraniya aliyan deng li ser tê dayîn.

Wezareta navxwe ya hikûmeta Herêma Kurdistanê

15.06.2013

jêder: Rûdaw