Serrûpel Nûçe “YNK jî dixwaze Barzanî serokê Herêmê “

“YNK jî dixwaze Barzanî serokê Herêmê “

Belav bike

Berdevkê polîtburoya PDKê Cefer Êminkî, di hevpeyvînekê de digel heftenameya Rûdaw ku îro (10.06.2013) hat weşandin, li ser helwesta YNKê li hember namzediya Mesûd Barzanî ji bo hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê de got: “YNK mîna me hizir dike û di wê baweriyê de ye ku Kak Mesûd ji bo vê qonaxê pêwîst e.”

Li gorî Êminkî, YNKê bi fermî li ser mijara han gotûbêj kiriye û wiha axivî: “Ew di vê yekê de destpêşxer bûn ji ber wê jî em spasiya wan dikin.”

Berdevkê PDKê di wê baweriyê de ye ku dema destûr bikeve referandumê dê YNKê pişta wan bigire û wiha anî ziman: “Lê heta vê gavê ev tişt bi fermî ji me re negotine, divê em zêdetir digel rayedarên YNKê li ser referandumê gotûbêj bikin.”

Tê zanîn, beriya YNKê ragihandibû ku di mijara destûrê de alîgirê “lihevhatin û hemwarkirinê” ye. PDKê jî ragihandiye ku divê destûr bikeve referandumê. Rûdaw