Her dema ku ji nêzîk ve min Aras ditît, jê dipirsî ka çima tu karên te yên nû nînin? Wî jî bi nîgeranî bersiv dida: ‘’Gelek karên min amade ne, lê ji bo karê baş û xweşik, pereyên baş divên.’’
Di berdewamiya gotûbêjên me de, Aras behsa çend karê gelekî nû û xweşik dikir, ku tomarkirin, muzîk û hemû tiştek qediya ye, lê butçeyeke mezin divê heta ku klîp ji wan re bê kişandin û werin belav kirin. Min jî digot: ‘’Eger ez bim, bi butçeyeke kêmtir zû wan diqedînim.. lê ew dikeniya û digot: Ez karê nîvrê nakim, an karekî têr û pir an jî qet nakim.
Dema bi kompyutera xwe hinek ji wan stranan ji min re lê didan, min di cihê xwe dixwest sermayedarekî mezin, yan xwediyê şirketeke mezin, an jî qet nebê berpirsekî xwedan desthilat bûma, daku yekser bibêjim: Fermo ji tere butçe û here wan biqedîne.
Lê belê her car jî hunermend Aras Fatih Resûl, digot: ‘’Ax tenê hinek pere biketana destê min, min strana ‘’Kurdistana Min’’ bikiriba vîdyo-klîp bi wî awayê ku di xeyala min de ye, wê demê min ê pêşanî hemûyan bidana, bê ka stranên niştimanî divê çawa bên çêkirin, minê ji hemûyan re ispat bikira ku hikûmet, berpirs û sermayedar, divê piştgiriyê li çi cor projeyên hunerî bikin û pêşwaziyê li çi corên hunermendan bikin.’’
Ev xem, meraq û hesreta Aras berdewam bû, heta wê roja bi telefonê ji min re got: Îro gelekî kêfxweş im, Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan Mamosta Aram razîbûna xwe nîşan da ku butçeyekê ji sirûda ‘’Kurdistana Min’’ re veqetîne.
Min bi xwe dizanî ku Aras hewl dide wezîr bibîne, çiqasî bi cidî ketiye tevgerê û her çi jê hat kir. Baştirîn ekîba teknîkî ya Kurdistanê û derveyê welat jî anî, şev û roj kir yek, dibe ku Aras bi xwe ne ligel van zanyariyan be, lê belê ezê her binivîsim, ez agahdar bûm, di dawiya kar de butçeya wî têr nekir û dest bi deynan kir, herwiha hinek kelûpelên taybet ên xwe jî firotin û karê xwe pê qedand.
Wek wî bi xwe got: Di van nêzîkan de bi hevkariya Wezareta Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan a Kurdistanê merasîmeke taybet û hêja bo yekem car pêşandana vîdyo-klîpa ‘’Kurdistana Min’’ li Hewlêrê saz dike û piştre dê bide hemû kanalên ragehandinê daku bi azadî pêşan bidin.
Derbarê vî karê xwe de hunermend Aras Fatih Resûl di hevpeyvîneke taybet de ji rojnameya Basê re got: ‘’Kurdistana min straneke niştimanî ye, beşek ji teksta wê nivîsîna şaîrê mezin ê kurd Abdulla Peşêw e û beşên din jî yên Hogir Fatih û pêşmergeyekî nenaskirî ye, herwiha Xoşnaw Tîlo beşek jê kiriye zaravayê kurmancî, awaz jî ji aliyê Hogir Fatih ve hatiye danîn.’’
Ev strana niştimanî di çarçoveya çalakiyên 25’mîn salvegera jenosîdkirina xelkê Kurdistanê de, ku bi serpereştiya Wezareta Karûbarê Şehîd û Envalkiriyan û bi slogana ‘’Ji rondikan bo hêviyê’’ birêve çû, vîdyo-klîpeke kêm wêne jêre hatiye kişandin ku nêzîka 4 hezar zarok ji navçeyên cuda yên parêzgeha Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Dihokê têde cîh digirin.
Derheqa karê hunerî de jîo Aras wiha axifî: ‘’Ev vîdyo-klîpa han bi awayê kurte-fîlmekî sînemayî, ji aliyê ekîbeke aktîf û profesyonel ve bi teknîka herî nû û kamerayên sînemayê hatiye kişandin. Rêveberê berhem û senaryo ya min e, hunermend Cengo derhênerê kar e û Menhel Endaruş rêveberê wênegirtinê ye.’’
Senaryoya vê klîpê bi tevahî ligel slogana ‘’Ji rondikan bo hêviyê’’ hevdigire, behsa wê yekê dike ku çend keç û kurên xwendekar ên kurd, bi hevkariya mamosteyê xwe ku hunermend Aras wî rolî dibîne, bêyî wêya pirsê bi kesî bikin, şahiya ragehandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê saz dikin û çend kar têde hatine kirin ku evna cara yekê ye di stranên niştimanî û vîdyo-klîpên kurdî de tê dîtin.
Aras hêvî dike ku ev karê han bi dilê xelkê her çar parçeyên Kurdistanê be û wiha dibêje: ‘’Min karek kiriye ku hemû Kurdistaniyek xwedanê çi nerînekê be şanaziyê pê bike. Lê mixabin niha li Kurdistanê hest bi veqetandineke siyasî tê kirin, hindik maye Kurdistan bibe qurbanê cudahiyên me, lê divabû em cudahiyên xwe bikin qurbana Kurdistanê. Lê dîsan jî bi rêya 4 hezar zarokên Kurdistanê ku her grubek ji wan ser bi alî, ol, netewe û mezhebekê ne, min hemû cudahî di xewna dewleta serbixwe ya Kurdistanê de kom kirin, bê guman di vêna de jî min qurbaniyên karesatên bi serê xelkê Kurdistanê hatine, wek sedema serekî ya kombûna hemûyan daniye, da em hemû bi hevre hêviyê bo Kurdistaneke serbixwe bixwazin û xewna mezin a me hemûyan bê dîtin.’’
Derbarê wan hemû stranên ku niha amade ne û vîdyo-klîp ji wan re nehatiye kişandin, Aras got: ‘’Ya ji bo min girîng vîdyo-klîpa ‘’Kurdistana Min’’ bû, ku min dixwest aliyekî fermî bibe sponsor ji ber ku karekî niştimanî ye, evna jî çêbû û xilas, êdî karên min ên din ku mane, her şirket, alî û kesek bixwaze bibe .
Berhem Eli/Bas
Gelekî ji mêj ve bû, Aras dixwest karekî hunerî yê mezin bo Kurdistanê bike, di dawî de piştî hewldaneke zêde û bê hempa, herwiha lêxistina çendîn deriyan karî qena’etê ji Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan Mamosta Aram rê çêbike daku di çarçoveya 25’mîn salvegera qurbaniyên jenosîdkirina gelê kurd de bûtçeyekê ji vî karê hunerî yê Aras re veqetîne, ku niha kurtefîlm û vîdyo-klîpa ‘’Kurdistana Min’’ amade ye û di demeke nêzîk de wê li ser ekranên televizyonên Kurdistanê bê pêşandan.
Her dema ku ji nêzîk ve min Aras ditît, jê dipirsî ka çima tu karên te yên nû nînin? Wî jî bi nîgeranî bersiv dida: ‘’Gelek karên min amade ne, lê ji bo karê baş û xweşik, pereyên baş divên.’’
Di berdewamiya gotûbêjên me de, Aras behsa çend karê gelekî nû û xweşik dikir, ku tomarkirin, muzîk û hemû tiştek qediya ye, lê butçeyeke mezin divê heta ku klîp ji wan re bê kişandin û werin belav kirin. Min jî digot: ‘’Eger ez bim, bi butçeyeke kêmtir zû wan diqedînim.. lê ew dikeniya û digot: Ez karê nîvrê nakim, an karekî têr û pir an jî qet nakim.
Dema bi kompyutera xwe hinek ji wan stranan ji min re lê didan, min di cihê xwe dixwest sermayedarekî mezin, yan xwediyê şirketeke mezin, an jî qet nebê berpirsekî xwedan desthilat bûma, daku yekser bibêjim: Fermo ji tere butçe û here wan biqedîne.
Lê belê her car jî hunermend Aras Fatih Resûl, digot: ‘’Ax tenê hinek pere biketana destê min, min strana ‘’Kurdistana Min’’ bikiriba vîdyo-klîp bi wî awayê ku di xeyala min de ye, wê demê min ê pêşanî hemûyan bidana, bê ka stranên niştimanî divê çawa bên çêkirin, minê ji hemûyan re ispat bikira ku hikûmet, berpirs û sermayedar, divê piştgiriyê li çi cor projeyên hunerî bikin û pêşwaziyê li çi corên hunermendan bikin.’’
Ev xem, meraq û hesreta Aras berdewam bû, heta wê roja bi telefonê ji min re got: Îro gelekî kêfxweş im, Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan Mamosta Aram razîbûna xwe nîşan da ku butçeyekê ji sirûda ‘’Kurdistana Min’’ re veqetîne.
Min bi xwe dizanî ku Aras hewl dide wezîr bibîne, çiqasî bi cidî ketiye tevgerê û her çi jê hat kir. Baştirîn ekîba teknîkî ya Kurdistanê û derveyê welat jî anî, şev û roj kir yek, dibe ku Aras bi xwe ne ligel van zanyariyan be, lê belê ezê her binivîsim, ez agahdar bûm, di dawiya kar de butçeya wî têr nekir û dest bi deynan kir, herwiha hinek kelûpelên taybet ên xwe jî firotin û karê xwe pê qedand.
Wek wî bi xwe got: Di van nêzîkan de bi hevkariya Wezareta Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan a Kurdistanê merasîmeke taybet û hêja bo yekem car pêşandana vîdyo-klîpa ‘’Kurdistana Min’’ li Hewlêrê saz dike û piştre dê bide hemû kanalên ragehandinê daku bi azadî pêşan bidin.
Derbarê vî karê xwe de hunermend Aras Fatih Resûl di hevpeyvîneke taybet de ji rojnameya Basê re got: ‘’Kurdistana min straneke niştimanî ye, beşek ji teksta wê nivîsîna şaîrê mezin ê kurd Abdulla Peşêw e û beşên din jî yên Hogir Fatih û pêşmergeyekî nenaskirî ye, herwiha Xoşnaw Tîlo beşek jê kiriye zaravayê kurmancî, awaz jî ji aliyê Hogir Fatih ve hatiye danîn.’’
Ev strana niştimanî di çarçoveya çalakiyên 25’mîn salvegera jenosîdkirina xelkê Kurdistanê de, ku bi serpereştiya Wezareta Karûbarê Şehîd û Envalkiriyan û bi slogana ‘’Ji rondikan bo hêviyê’’ birêve çû, vîdyo-klîpeke kêm wêne jêre hatiye kişandin ku nêzîka 4 hezar zarok ji navçeyên cuda yên parêzgeha Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Dihokê têde cîh digirin.
Derheqa karê hunerî de jîo Aras wiha axifî: ‘’Ev vîdyo-klîpa han bi awayê kurte-fîlmekî sînemayî, ji aliyê ekîbeke aktîf û profesyonel ve bi teknîka herî nû û kamerayên sînemayê hatiye kişandin. Rêveberê berhem û senaryo ya min e, hunermend Cengo derhênerê kar e û Menhel Endaruş rêveberê wênegirtinê ye.’’
Senaryoya vê klîpê bi tevahî ligel slogana ‘’Ji rondikan bo hêviyê’’ hevdigire, behsa wê yekê dike ku çend keç û kurên xwendekar ên kurd, bi hevkariya mamosteyê xwe ku hunermend Aras wî rolî dibîne, bêyî wêya pirsê bi kesî bikin, şahiya ragehandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê saz dikin û çend kar têde hatine kirin ku evna cara yekê ye di stranên niştimanî û vîdyo-klîpên kurdî de tê dîtin.
Aras hêvî dike ku ev karê han bi dilê xelkê her çar parçeyên Kurdistanê be û wiha dibêje: ‘’Min karek kiriye ku hemû Kurdistaniyek xwedanê çi nerînekê be şanaziyê pê bike. Lê mixabin niha li Kurdistanê hest bi veqetandineke siyasî tê kirin, hindik maye Kurdistan bibe qurbanê cudahiyên me, lê divabû em cudahiyên xwe bikin qurbana Kurdistanê. Lê dîsan jî bi rêya 4 hezar zarokên Kurdistanê ku her grubek ji wan ser bi alî, ol, netewe û mezhebekê ne, min hemû cudahî di xewna dewleta serbixwe ya Kurdistanê de kom kirin, bê guman di vêna de jî min qurbaniyên karesatên bi serê xelkê Kurdistanê hatine, wek sedema serekî ya kombûna hemûyan daniye, da em hemû bi hevre hêviyê bo Kurdistaneke serbixwe bixwazin û xewna mezin a me hemûyan bê dîtin.’’
Derbarê wan hemû stranên ku niha amade ne û vîdyo-klîp ji wan re nehatiye kişandin, Aras got: ‘’Ya ji bo min girîng vîdyo-klîpa ‘’Kurdistana Min’’ bû, ku min dixwest aliyekî fermî bibe sponsor ji ber ku karekî niştimanî ye, evna jî çêbû û xilas, êdî karên min ên din ku mane, her şirket, alî û kesek bixwaze bibe .
Berhem Eli/Bas
– See more at: http://www.rojevakurd.com/kultur/13390-Aras-zarokn-paeroj-dewleta-Kurdistan-radighnin.html#sthash.6Lh2Sk4V.dpuf