Şanda ligel Ashton, ji aliyê serokwezîr û hejmarek ji berpirsiyarên hikûmî û siyasî ve hate pêşwazîkirin.
Piştre Ashton û şanda ligel bi serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.
Ashton, di civînê de kêfxweşiya xwe ji bo pêşketinên ku li Kurdistanê çêdibin, anî ziman.
Her du alî li ser pêwendiyên di navbera Kurdistanê û Ewropa de rawestiyan.
Ashton her wiha hêvî kir ku pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de berdewam bikin û pirsgirêk bi riya diyalogê werin çareserkirin.
AVESTA KURD