Serrûpel Nûçe “Mirov vê tîne serê birayê xwe?!“

“Mirov vê tîne serê birayê xwe?!“

Belav bike
Lîstikvana sînemayê Nur Surer, ku mêrê wê Sarp Kuray û keça wan Zeynep Kuray jî di girtîgehê de ne, bi rojnamevana Radîkalê Ezgî Başaran re hestên xwe parve kirin. Surer diyar dike ku, ez ji kesên ku dibêjin PKK cuda ye brayên min ên Kurd cuda ne dipirsim, mirov ji brayên xwe re vê dike?
Lîstikvan û aktîvîst Nur Surer, qala bîranîneke xwe jî dike; li herêmê min gellek fîlm kişandin. Wê demê ne PKK hebû nê jî 12ê Îlonê pêk hatibû. Min bi Tarik Akan û Hulya Koçyigit re fîlma bi navê “Derman” dikişand. Min jineke Kurd dilîst. Bi jinên Kurdan re piştî demekê samîmiyeta me çêbû û ez bi wan re rûdiniştim û me sohbet dikir. Rojekê bînbaşiyek peyda bû. Hatê ba min û ji min re got, ‘Nur xanim bi van re rûnene û neaxife, vana mirovên nebaş in. Me di bin axê de çi çek û tank derxistin.’ Wê wextê nehate hişê min ku ez bibêjim, “çawa tank dikeve binî erdê.” Lê min bersiveke wiha da bînbaşi, dîsa wana tank binax kirine, ku ez bûma min binax jî nedikir. Li ser vê bînbaşi ji holê wenda bû.