PDK-Bakur di sala 2010 an de, Kongreya xwe ya 10 emîn jî li Bakurê Kurdistanê pêk anîbû. Biryar ew bû ku rewş û merc rê bidin, Kongreya 11emîn dê di nav salekî de bihata pêk anîn. Lê mixabin, ji bo mercên taybet û herweha ji bo hinek grubên tehrîbkar me di dema pêwîst de nekarî kongreya xwe pêk bînin.
Wek tê zanîn berî demekê, hinek kesên ku piraniya wan ne endamên Partiyê ne. li Başûrê Kurdistanê hatin komkirin û li ser navê partiya me civînek bi navê ”kongre” hate li darxistin.
Ev bûyera li Hewlêrê rûdayî û rewşa siyasî ya dawîn di Kongreya11 emîn de, bi berfirehî hate gotubêj kirin û nirxandin. Di Kongreyê de, bi yekdengî ew helwesta ne rewa hate şermezarkirin û mahkûmkirin. Herweha, di vê derbarê de helwesta PDK-Başûr jî hate şirovekirin û nirxandin.
Kongereya me di vê derbarê de ev nirxandin kir:
PDK-Başûr partiyeka bira ye û her tim ji bo me dê wek partiyeka bira bimîne.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo tevahiya Kurdistanê û neteweya kurd bûye merciyeteke siyasî. Herweha, ev ji bo partiya me jî bi vî awayî ye. Mixabin hinek kadirên PDK-Başûr destdirêjahî kirine di nav karê partiya me de; di cihê helwesteke erênî de, ji bo qewîkirina yekitiya partiya me, îrada meşrû ya partiya me binpê kirine. Li gor daxwaza xwe, wan hinek kesên ku ne endamên partiya me ne, kom kirine û bi navê partiya me “kongreyek” bi wan dane kirin. Em hêvîdar û li bendê ne ku ev rastî dê rojekê ji aliyê PDK-Başûr ve jî bête zelal kirin. Ew çewtiya hinek ku hinek ji wan kesan ku li ser navê serokê Kurdistanê kirîne jî dê bête zelal kirin.
Dema em wan kesên ku qaşo di “kongreya 10ê” de, li Başûr amade bûne baş binirxînin dê ew kesên PDK-Başûr jî baştir bibînin ku çi xeletiyeke dîrokî kirine. Lê helwesta wan çi dibe bila be, em meşrutiyeta partiya xwe ji doza rewa ya miletê kurd, ji endam û pitştgirên partiya xwe bi giştî ji miletê kurd distînin. Vê bûyera Hewlêrê careke din di bîra me anî ku em divê herûher bawerî bi xwe û bi gelê xwe bînin.
Di Kongreyê de hate destnîşankirin ku Partî dê li ser yekitiya xwe kar û xebatê bikie. Wek PDK-Bakur em dê kar û xebata xwe bi awayekî şefaf û zelal bikin.
Di kongreyê de: Pêvajoya sekinandina şer li Bakur û li Tirkiyê erênî hate nirxandin. Sekinandina şer dê bihîle ku rewşa awarte ji holê rabe û dê civat bikeve pêvajoya normalîzekirina jiyanê. Herweheva, xala herî girîng ew e ku dê êdî siyaset ne di bin siha çekan de bête kirin. Siyaseta di bin tirsê de tê kirin tu caran nikare rastiya xwe bibîne.
Di vî şerî de dewleta kûr û dezgehên tarî di civatê de tehrîbatên mezin peyda kirine; sekinandina şerî dibe kutahiya gelek bûyerên xirab. Lê li hêlek din PKKê ji bo çareseriya pirsa Kurd tu daxwaz nekirine û dixweyê ku tu derdekî wan bi vî awayî jî tuneye. Armanca PKKê ji serxwebûna Kurdistanê daketiya azadiya Öcalan.
Rojhilata Navîn di qonaxeke gelek taybet re derbas dibe. Rewşa siyasî û bûyerên li herêmê peyda dibin, bûne sedemek ku nexşa herêmê ji nû ve tê çêkirin. Di vê pêvajoya ku li Rojhilata Navîn sinor ji nû ve têne danîn de, rola Kurdan gelekî girîng e. Ji ber ku desthilatdariya Başûrê welatê me di vê pêvajoyê de rolek taybet heye.
Ev cara yekem e ku kurd bi hêza xwe dikarin di vê pêvajoyê de guhertinê bikin.. Bêguman destkeftiyên îro li Başûrê Kurdistanê hene di dîroka nêzik ya siyaseta tevgera kurd de destkeftiyên herî mezin in. Herweha, Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên netewî li beşên din yên Kurdistanê jî bûye demanek mezin. Ji bo parastin û destkevtiyên netewî pêwîst e her kurdek statuya Başûr wek bîboka çavê xwe biparêze.
Rojavayê Kurdistanê jî di pêvajoyeke gelek hesas re derbas dibe. Piştî destpêkirina şoreşa Suriyê hetta niha gelemperî herêmên kurd bi awayekî hatine parastin. Kurdên Rojava bi piştgiriya Başûr di nava xwe de yekitiyek pêk anîne. Lê mixabin hin endamê vê yekîtiyê gelekî guh nadin van peymanan û bi piştgiriya rejimê li herêmê dixwazin bi serê xwe û tenê bibin desthilat. Ew guh nadin peymanên Hewlêr. Eger ew guh nedin peymên Hewlêrê dê bibe sedemê têkçûna yekitiya kurdan li Rojava. Em parstina herêma Rojavayê Kurdistanê li himber êrîşên rejimê û herweha li himber êrîşên grubên terorist yên opozisyonê wek erkek netewî dibînin.
Li Rojhilatê Kurdistanê em bi hemî awayî pişgiriya tekoşîna gelên Kurdistanê yên ji bo bidestxistina mafên netewî dikin û dilê me li gel birayên me yên Rojhilat e.
Li Bakurê Kurdistanê pirsa yekitî û hevkariyê wek her demî, pirseke rojane û girîng e. Lê vêca divê di vê pirsê de mirov rastiyê bibîne. Partiyek, grubek nikaribe di nava xwe de zelal be, di daxwaziyên xwe de ne vekirî be gelo dê çewa behsa yekitiya nav Mala Kurdan bike? Eger kesek bi xwe ne demokrat be, dê çewa doza demokrasiyê ji bo miletekî bike?
Ji bo vê yekê, zihniyetek ku îrada serbixwe û azadiya kesayetan gelekî girîng e. Em bi hemî awayî ji bo destkeftiyên netewî ji bo maf û berjewendiyên gelê Kurdistanê û ji her yekitiyekî re amade ne. PDK-Bakur ji bo destkeftiyên netewî li Bakurê Kurdistanê, di mercên îro de, rêya diyalogê û metodên demokratik bingeh digre. Kongreya PDK-Bakur a 11 emîn li ser bingeha xwedîlêderkrtina li nirxê, destkevtî û mafên netewî destê xwe dirêjî hemû aliyan dike.
Em cardin dixwazin bidin diyarkirin PDK-Bakur tu cara ji derveyî îrada xwe a azad, dê ne li gel tu cureyên pêwendiyan be. Kongreya 11 emîn, wê Kongereya Korsan ku bi navê ”kongreya10ê ya PDK-Bakur” hatiye kirin û ew kesên ku bi awayekî ne huqukî pişgiriya wê korsaniyê kirîne bi tundî şermezar û mehkum dikie.
Partiya me li ser rêbaza Barzaniyê nemir e.
Em li ser rêbaza kurdeyatiyê kar û xebata ji bo bidestxistina mafên rewa yên miletê kurd tekoşîna xwe didomînin.
Kongreya PDK-Bakur ya 11 emîn li neteweyê kurd pîroz be!
Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) 11emîn Kongreya xwe di nav welêt de, li Bakurê Kudistanê civand.

– See more at: http://www.rojevakurd.com/politik/13403-Daxuyaniya-PDK-Bakur.html#sthash.YACZ07T3.dpuf