Serrûpel Nûçe “Gorran û Yekgirtû ji me re gotin werin em sextekariyê bikin”

“Gorran û Yekgirtû ji me re gotin werin em sextekariyê bikin”

Belav bike

Endamê encumena rêveberiya PDKê Elî Ewnî, duh (20.06.2013) şev beşdarî bernameya “Rûdawa Îro” ya Rûdaw TV bû.

Ewnî li ser hilbijartinên encumena parêzgeha Mûsilê û hevrikiyên navbera partiyên Kurdistanî li wê deverê axivî û diyar kir ku bi baweriya PDKê, lîsteya Biratî û Pêkvejiyanê dê nîvê dengên parêzgeha Mûsilê bidest bixe.

Elî Ewnî anî ziman, lê teqînên ku di roja dengdanê de li Mûsilê rû dan karîgeriyek negatîf li ser hilbijartinên wir danî lê kurdên wê deverê bi coşek mezin çûn ser sindoqên dengdanê.

Wî endamê rêveberiya PDKê her wiha li ser dengedengên sextekariyê di hilbijartinên Mûsilê de jî axivî û wiha got: “Me di hilbijartinan de sextekarî nekiriye. Gorran û Yekgirtû dixwazin derdana xwe veşêrin û dibêjin PDKê sextekarî kiriye. Ji ber ku berê agahiyên xelet dane rêveberên xwe û gotine ku li devera Mûsilê bihêz in.”

Elî Ewnî îdia kir ku nûnerên Gorran ûYekgirtû li Mûsilê ji wan re gotine ku di hilbijartinên Mûsilê de sextekariyeke hevbeş bikin lê wan ev pêşniyar red kiriye.

Hilbijartinên encumena parêzgeha Mûsilê, duh (20.06.2013) bi beşdariya 28 lîsteyên siyasî û 670 namzedan hat sazkirin. Di nav wan de 7 partî û hêzên siyasî yên kurdî bi lîsteya hevbeş a bi navê “Biratî û Pêkve Jiyanê” beşdar bûn. Rûdaw