Li gorî nûçeya malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Rûsya û komcivîna aborî ya navdewletî ya San Pêtêrsbûrgê de digel serokê şîrketa Gazproma Rûsî civiya.
Barzanî piştevaniya xwe ji proje û xebatên şîrketa Gazproma Rûsî li Herêma Kurdistanê anî ziman û serokê şîrketê vexwend Herêma Kurdistanê.
Serokê şîrketa Gazpromê jî vexwendina Barzanî qebûl kir û diyar kir ku dê proje û xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê berfirehtir bikin.
Tê zanîn, wezîrê derve yê Rûsya jî di hevdîtina digel Barzanî de piştevaniya xwe ji bo proje û xebatên şîrketa Gazpromê anîbû ziman. Rûdaw