Du meh dibe Şêrko Bêkes nexweş e û li nexweşxaneyeke Swêdê tedawiyê dibîne, lê belê berî du salan ev wesyetnameya han nivîsiye û daxwaz kiriye ku koça dawî kir, piştî mirina wî hersal xelatek bi navê Şêrko Bêkes û bi pereyên wî bo dîwana herî baş a helbestan bê dayîn.
Teksta wesyetnameya Şêrko Bêkes wiha ye:
Ez naxwazim li hîç gir û girkokekî bêm veşartin ku xwiyane û tên naskirin, yekem ji ber ku tejî bûne û duyem jî ez hez ji qerebalixiya zêde nakim, eger serokê şaredarî û encûmenê şaredariya bajarê min rê bidin û vêna bo min rewa bibînin, ez dixwazim li nav Parka Azadî û li tenişta Monumenta Şehîdên 1983’ê ya Silêmaniyê bên veşartin, ewder xweştir e û bêhna min naçike, ez dixwazim mirî jî nêzîkê wan xelk, jin û mêrên bajarê xwe, dengê muzîk, stran, govend û klubên xweşik ên wê parkê bim.
Bila kitêb û dîwanên min bo cihê mezara min bên veguhestin, bila kafeterya û baxçeyekî biçûk li wî cihî hebe daku şaîr, nivîskar, keç û kurên dildar bibin mêvanên min, ez naxwazim ji niha ve bi çavê xeyal temaşeyî wê parkê bikim û piştî mirina xwe bibînim, ez dixwazim bi dîlan, Ellaweysiya Merdan, srûda ‘’Xwaye Weten Awa Kê’’ û ala Kurdistanê li min hatibe pêçan, bêm veşartin. Ez dixwazim di te’ziya-şîna min de muzîk hebe, di nav mezara min de tabloyên xweşik ên hunermendên bajarê min bên daleqandin, ez dixwazim piştî min û bi navê Bêkes xelateke salane bi pereyên min bo dîwana herî baş a helbestan bê dayîn. BAS
Şaîrê kurd Şêrko Bêkes di wesyetnameya xwe de dibêje ku dema koça dawî kir bila di şîniya wê de tenê muzîk hebe û termê wî jî li nav Parka Azadî ya Silêmaniyê bê veşartin daku li nîzîkê gorê keç û kurên dildar bibin mêvanî wî.
Du meh dibe Şêrko Bêkes nexweş e û li nexweşxaneyeke Swêdê tedawiyê dibîne, lê belê berî du salan ev wesyetnameya han nivîsiye û daxwaz kiriye ku koça dawî kir, piştî mirina wî hersal xelatek bi navê Şêrko Bêkes û bi pereyên wî bo dîwana herî baş a helbestan bê dayîn
.
Teksta wesyetnameya Şêrko Bêkes wiha ye:
Ez naxwazim li hîç gir û girkokekî bêm veşartin ku xwiyane û tên naskirin, yekem ji ber ku tejî bûne û duyem jî ez hez ji qerebalixiya zêde nakim, eger serokê şaredarî û encûmenê şaredariya bajarê min rê bidin û vêna bo min rewa bibînin, ez dixwazim li nav Parka Azadî û li tenişta Monumenta Şehîdên 1983’ê ya Silêmaniyê bên veşartin, ewder xweştir e û bêhna min naçike, ez dixwazim mirî jî nêzîkê wan xelk, jin û mêrên bajarê xwe, dengê muzîk, stran, govend û klubên xweşik ên wê parkê bim.
Bila kitêb û dîwanên min bo cihê mezara min bên veguhestin, bila kafeterya û baxçeyekî biçûk li wî cihî hebe daku şaîr, nivîskar, keç û kurên dildar bibin mêvanên min, ez naxwazim ji niha ve bi çavê xeyal temaşeyî wê parkê bikim û piştî mirina xwe bibînim, ez dixwazim bi dîlan, Ellaweysiya Merdan, srûda ‘’Xwaye Weten Awa Kê’’ û ala Kurdistanê li min hatibe pêçan, bêm veşartin. Ez dixwazim di te’ziya-şîna min de muzîk hebe, di nav mezara min de tabloyên xweşik ên hunermendên bajarê min bên daleqandin, ez dixwazim piştî min û bi navê Bêkes xelateke salane bi pereyên min bo dîwana herî baş a helbestan bê dayîn.
– See more at: http://kur.bas-news.net/ArticleDetail.aspx?articleid=4389#sthash.jJgT69ME.dpuf