Serrûpel Nûçe Partiyên me hîn jî ji xewê şiyar nebûne

Partiyên me hîn jî ji xewê şiyar nebûne

Belav bike

Milet li dijê kiryarên PYD-YPG bi gelek şêweyên demokratîk û aştiyane nerazîbûna xwe tîne ziman.

Xelk li dijî wê yekê derdikeve ku hêzên azayîşê ciwanên çalakvan ji ber nêrînên wan yên siyasî digire û piştre dibêje ku wan heşîş firotine.

Xelk pankartan radike û dibêje “dev ji wan derewan berdin û ciwanên me serbest bikin”

Kiryarên wiha yên ne di rêde bû sedema nerazîbûna rewşenbîrên Kurd jî, ku gelek ji wan nêzîkî PYD de, di rûpelên xwe yên Facebookê de kiryarên PYD yên girtin û kuştina welatparêza, şermezar kirin û xwestin ku ew dawî li wan karan bîbin, ji ber ku ew kiryarên YPG dibin sedema wê yekê ku rê li ber şerê birakujî vebe.

Li hember van pêşketinan, partiyên me hîn jî di xew de ne!

AVESTA KURD