Dema di wî filmî de derket, hemû kesî wiha dizanî êdî dê Hêriş bibe stêreke navdar ê sînemayê û ji xem, hejarî û derdeseriyan rizgar bibe, lê belê wek wî bi xwe ji rojnameya Basê re got; wiha çênebû, herçiqas li beramber wan karan pere jî standin, lê belê wan pereyan nikarî jiyana civakî ya Hêriş û malbata wî biguherin.
Hêriş niha li Hewlêrê dijî û 14 sal dibe herdu destên xwe wenda kirine, ligel vêna jî ciwanekî xwedan şiyan e û beşdarî sê fîlmên sînemayê bûye, lê ji ber hejarî û xirabbûna rewşa debara jiyana rojane nikariye karê xwe bipêş bixe, wek ew bi xwe jî qal dike; ji ber kêmendambûnê gelek tişt jidest dane.
Hêriş Feysel sala 1989’ê li Hewlêrê ji dayîk bûye û malbata wan ji 12 endaman pêk tê, bavê wî nexweş û çavên wî rûbirûyê nexweşiyê bûne. Kêfa Hêriş her ji zaroktî ve ji bixwedîkirina kevokan re tê, loma kevokên wî jêre dibin derd û di sala 1999’ê de dema bi pey kevokên xwe dikeve elektrîk wî digire û her du destên wî dişewitin.
Hêriş wiha dibêje: ‘’Rêjeya şewitîna destên min ne gelek bû, lê ji ber malbata min hejar bû, wê demê ji bo çareseriyê me nikarî herin Bexdayê, êdî neçar bûn min li nexweşxaneyeke Hewlêrê razînin û her roj beşek ji destên min dibirîn, heta gehişte wê astê ku baskên min jî bibirin.’’
Ligel jiyana nexweş, gelek xewn û xeyalên mezin ên Hêriş hebûn, loma diçe nav warê sînemayê û di çend fîlman de dileyize, ji wan jî; Kîso jî Dikarin Bifirin ê Behmen Qubadî, Jiyan ê Cano Rojbeyanî û kurtefîlmekî din ku derhênerê wê ereb e, lê navê kurtefîlm nema tê bîra wî.
Hêriş wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Pere ji bo min ne girîng in, lê ez dixwazim zêdetir giringiyê bi min bidin, di filmê Kîso jî Dikarin Bifirin ku şeş mehan bi wan re bûm, tenê 3 hezar dolar dan min, di her du filmên din de jî tenê min pereyekî kêm wergirt, ger li her welatekî din ev rol û westiyayîbûna min bihata dîtin, bê guman gelek zêdetir pere didan min.’’
Hêriş sedema beşdarbûna di van fîlman de jî bi rewşa xwe ya taybetî û şiyana xwe ve girêdide û wiha dibêje: ‘’Dibe ku kesî wek min nebe û di heman demê de bikaribe rolekî wiha bibîne û baweriya wî pê hebe. Herwiha ji xeynî şofêriya bisîklet, motorsîklet û aktorî, yarîzanekî melevanî-sobayî me jî li Yaneya Melevanî ya Kêmendamên Olompiya Kurdistanê û beşdarî piraniya pêlewantiyên li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Bexdayê bûme û min gelek xelat jî wergirtine.’’
Gazind ji wê yekê jî kirin ku cihekî diyarkirî nîne rojane têde sporê bikin û daxwaz kir ku aliyên peywendîdar zêdetir berê xwe bidin wan û got: ‘’Gelek ji wan kesên ku kêmendam in bê hêvî ne, lê dixwazim qet bêhêvî nebin û jîrî û şiyana xwe pêşan bidin.’’
Hêriş da zanîn ku serdana piraniya berpirsan kiriye lê heta niha tiştek jêre nekirine û wiha pêde çû: ‘’Ji min re dibên nameyekê binivîse, piştre jî qet karekî pê nakin, hinekan hevkariya min kirine, lê belê bi wan pereyan nagihim hîç cihekî heta xwe tedawî bikim, loma daxwazê ji serokwezîr û Serokê Herêma Kurdistanê dikim ku wek bavekî hevkariya min bikin û min ji vê jiyana nexweş û nelibar rizgar bikin, ji ber 14 sal dibe yek deqeyê jî min xweşî nedîtiye, gelekî hest bi kêmasî dikim û nikarim hemû karên xwe bikim.’’
Hêriş wiha dibêje: ‘’Li derveyê welat dikarim tedawî bibim, ku bi rêya emeliyatê destên çêkirî bi mirov dideynin, lê gelek pere jêre divên. Gelek caran min hewl daye bizewicim, sê caran jî çûme xwazgîniyê, lê nebû qismet û mesele jî hemû hejarî ye. Çendîn sal e em kirêçî ne û tiştekî me nîne, 150 hezar dînarê ku çend meh dibe wek meaş werdigirim, dikarim xwe jî pê bixwedî bikim, mixabin beşeke zêde ya keçên kurdî jî bi xewn û xeyala mal û milkê zêde dijîn, hêviya min ew e destên xwe çêkim û bizewicim ger hevkariya min bê kirin.’’
Hêriş niha bi firotina selpakan li cihên giştî û ba lempeyên trafîkê debara jiyana xwe û di vê derbarê de jî wiha dibêje; polîs astengiyan ji min re çêdikin û nahêlin kar bikim, herçiqas ez ji wan re dibêm kar dikim ne ku parsekî.’’ BAS
Hêriş Feysel ew xort e ku dema zarok bû pey kevokan diket û li ser dîrekekî elektrîkê elektrîkê ew girt û di encam de her du destên wî hatin birîn. Kesî Hêriş nasnedikir heta wê dema di fîlmê ‘’Kîso jî Dikarin Bifirin’’ ê derhênerê navdar ê kurd Behmen Qubadî de wek pêlewanê-aktorê serekî derket, herwiha di çend filmên din ên binav û deng de jî rol dîtiye.
Dema di wî filmî de derket, hemû kesî wiha dizanî êdî dê Hêriş bibe stêreke navdar ê sînemayê û ji xem, hejarî û derdeseriyan rizgar bibe, lê belê wek wî bi xwe ji rojnameya Basê re got; wiha çênebû, herçiqas li beramber wan karan pere jî standin, lê belê wan pereyan nikarî jiyana civakî ya Hêriş û malbata wî biguherin.
Hêriş niha li Hewlêrê dijî û 14 sal dibe herdu destên xwe wenda kirine, ligel vêna jî ciwanekî xwedan şiyan e û beşdarî sê fîlmên sînemayê bûye, lê ji ber hejarî û xirabbûna rewşa debara jiyana rojane nikariye karê xwe bipêş bixe, wek ew bi xwe jî qal dike; ji ber kêmendambûnê gelek tişt jidest dane.
Hêriş Feysel sala 1989’ê li Hewlêrê ji dayîk bûye û malbata wan ji 12 endaman pêk tê, bavê wî nexweş û çavên wî rûbirûyê nexweşiyê bûne. Kêfa Hêriş her ji zaroktî ve ji bixwedîkirina kevokan re tê, loma kevokên wî jêre dibin derd û di sala 1999’ê de dema bi pey kevokên xwe dikeve elektrîk wî digire û her du destên wî dişewitin.
Hêriş wiha dibêje: ‘’Rêjeya şewitîna destên min ne gelek bû, lê ji ber malbata min hejar bû, wê demê ji bo çareseriyê me nikarî herin Bexdayê, êdî neçar bûn min li nexweşxaneyeke Hewlêrê razînin û her roj beşek ji destên min dibirîn, heta gehişte wê astê ku baskên min jî bibirin.’’
Ligel jiyana nexweş, gelek xewn û xeyalên mezin ên Hêriş hebûn, loma diçe nav warê sînemayê û di çend fîlman de dileyize, ji wan jî; Kîso jî Dikarin Bifirin ê Behmen Qubadî, Jiyan ê Cano Rojbeyanî û kurtefîlmekî din ku derhênerê wê ereb e, lê navê kurtefîlm nema tê bîra wî.
Hêriş wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Pere ji bo min ne girîng in, lê ez dixwazim zêdetir giringiyê bi min bidin, di filmê Kîso jî Dikarin Bifirin ku şeş mehan bi wan re bûm, tenê 3 hezar dolar dan min, di her du filmên din de jî tenê min pereyekî kêm wergirt, ger li her welatekî din ev rol û westiyayîbûna min bihata dîtin, bê guman gelek zêdetir pere didan min.’’
Hêriş sedema beşdarbûna di van fîlman de jî bi rewşa xwe ya taybetî û şiyana xwe ve girêdide û wiha dibêje: ‘’Dibe ku kesî wek min nebe û di heman demê de bikaribe rolekî wiha bibîne û baweriya wî pê hebe. Herwiha ji xeynî şofêriya bisîklet, motorsîklet û aktorî, yarîzanekî melevanî-sobayî me jî li Yaneya Melevanî ya Kêmendamên Olompiya Kurdistanê û beşdarî piraniya pêlewantiyên li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Bexdayê bûme û min gelek xelat jî wergirtine.’’
Gazind ji wê yekê jî kirin ku cihekî diyarkirî nîne rojane têde sporê bikin û daxwaz kir ku aliyên peywendîdar zêdetir berê xwe bidin wan û got: ‘’Gelek ji wan kesên ku kêmendam in bê hêvî ne, lê dixwazim qet bêhêvî nebin û jîrî û şiyana xwe pêşan bidin.’’
Hêriş da zanîn ku serdana piraniya berpirsan kiriye lê heta niha tiştek jêre nekirine û wiha pêde çû: ‘’Ji min re dibên nameyekê binivîse, piştre jî qet karekî pê nakin, hinekan hevkariya min kirine, lê belê bi wan pereyan nagihim hîç cihekî heta xwe tedawî bikim, loma daxwazê ji serokwezîr û Serokê Herêma Kurdistanê dikim ku wek bavekî hevkariya min bikin û min ji vê jiyana nexweş û nelibar rizgar bikin, ji ber 14 sal dibe yek deqeyê jî min xweşî nedîtiye, gelekî hest bi kêmasî dikim û nikarim hemû karên xwe bikim.’’
Hêriş wiha dibêje: ‘’Li derveyê welat dikarim tedawî bibim, ku bi rêya emeliyatê destên çêkirî bi mirov dideynin, lê gelek pere jêre divên. Gelek caran min hewl daye bizewicim, sê caran jî çûme xwazgîniyê, lê nebû qismet û mesele jî hemû hejarî ye. Çendîn sal e em kirêçî ne û tiştekî me nîne, 150 hezar dînarê ku çend meh dibe wek meaş werdigirim, dikarim xwe jî pê bixwedî bikim, mixabin beşeke zêde ya keçên kurdî jî bi xewn û xeyala mal û milkê zêde dijîn, hêviya min ew e destên xwe çêkim û bizewicim ger hevkariya min bê kirin.’’
Hêriş niha bi firotina selpakan li cihên giştî û ba lempeyên trafîkê debara jiyana xwe û di vê derbarê de jî wiha dibêje; polîs astengiyan ji min re çêdikin û nahêlin kar bikim, herçiqas ez ji wan re dibêm kar dikim ne ku parsekî.’’
– See more at: http://kur.bas-news.net/ArticleDetail.aspx?articleid=4420#sthash.bGhGIOKB.dpuf