Serrûpel Nûçe Konfernsa Brukselê çi bi xwe re tîne?

Konfernsa Brukselê çi bi xwe re tîne?

Belav bike


Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li paytexta Belçîka Brukselê, di roja duyemîn û dawî de, bi rojeva “Rola Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewrûpayê di avakirina pêvajoya aştî demokrasiyê” de li hev kom bû.

Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak ku weke mêvan beşdarî konferansê bû di axaftina xwe ya li vê derê de got, “Ev civîn asoyên me fireh dike, hêzê dide me. Xala bingehîn a serketina pêvajoya aştiyê, yekitiya netewî ya Kurdan e. Ez bawerim yekitiya demokratîk a Kurdan, wê ji bo dozên din ên netewan jî bibe merhem.” Sadak der heqê berxwedana Parqa Gezî de jî got, “Gava çiyayên Kurdistanê dihat şewitandin, eger bi yekdengî herkesî bigota “Her der Kurdistan, her der berxwedane” wê ev êşên hatin kişandin, rû nedabûya.”

JI KON-KURD’Ê 14 PÊŞNIYAR

Li ser navê Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewrûpayê (KON-KURD) Yuksel Koç axivî û got, “Me li dijî van zextan ji aliyê xwe ve li ber xwedan, berdêl dan û têkoşîna azadî û demokrasiyê meşand. Lê belê me nekarî sîstemê biguherîne û demokratîk bike. Sedema vê, ne bi hêzbûna sîstemê ye, sedema wê pêknehatina yekitiya me ye. Ji ber bindest nabin yek, sîstem xwe li ser piyan digire û hêza xwe ji polîtîkaya “perçe bike-rêve bibe” digire.”

Koç, ji bo têkoşîna civakî, aştî û demokrasiyê, 14 pêşniyarên ji bo gavên pratîkî kir. Yek ji van pêşniyaran ew e ku civata konferansê li navendên Amsterdam, London, Parîs, Viyana, Stockholm, Kopenhagên, Hambûrg, Berlîn, Koln, Frakfûrt û Stûttgartê civînên gel lidar bixin. Li gel vê, li Berlîn, London, Parîs û Viyanayê bi beşdariya hunermendên welatên pêwendîdar şahiyên Aştî û Demokrasiyê bên organîzekirin. Di 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de, amadekarî ji Konferansa Aştî û Demokrasiyâ ya bi beşdariya 1000 kesî li Elmanyayê were lidarxistin, bê kirin.”
KON-KURD’ê her weha xwest, bi beşdariya tevahiya civata konferansê, mîtîngek navendî were lidarxistin.

DÎDÎF: BILA PLATFORMÊN PIŞTGIRIYA DEMOKRATÎK BÊN AVAKIRIN

Li ser navê Federasyona Komeleyên Karker a Demokratîk (DÎDÎF) jî Huseyîn Adnan peyivî û destnîşan kir, ku Tirkiye ji gelek aliyan ve di pêvajoyeke girîng re derbas dibe.

Adnan pirsgirêkên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê bibîr xist bal kişand ser alîkariya leşkerî, aborî û îstîxbaratî ya hukûmetên Ewropayê ji bo Tirkiyê.

Adnan ragihand ku di nava 30 salên dawî de hukûmetên Ewropayî bûne aliyekî vî şerî û got, “Bi kurtasî, şerê 30 salan ê navbera Tirkiye û PKK’ê bandora xwe li Ewropayê kir û Ewropayê jî li gel çîna serdest a Tirkiyê ref girê da.”

Adnan bang li Ewropayê kir ku piştgiriya leşkerî û çekan êdî nede Tirkiyê û bal kişand ser xebatên rêk û pêk ên ronîkirinê. Adnan got, “Di vê çarçoveyê de divê ji Tirkiyê şande bê Ewropayê, ji Ewropayê şande biçin Tirkiyê, ji bo gelên herêmî civîn bên lidarxistin, li ser bingeha berxwedana Parqa Gezî platformên piştgiriya Tirkiyeya demokratîk bê avakirin, kampanyayên îmzeyan bên destpêkirin, festîval, konser û pêşengehên hevpar bên organîzekirin.” ANF