Li gora ajansa Firat, welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Mistefa Dawûd dema ku bi maşîna xwe ard derbasî gundên navçeyên Herêma Efrînê dikir, li nêzî gundê Dêrswanê yê navçeya Şera ya Efrînê rastî gulebarana leşkerên Tirk hat û jiyana xwe jidest da. Mistefa rakirin nexweşxaneya bajarê Kilîsê ya Bakurê Kurdistana. Hate ragihandin ku Mihemed Mistefa di encama guleya ji serê xwe xwariye berî bigihîje nexweşxaneyê jiyana xwe jidest daye.
Mihemed Mistefa yê 28 salî ji şêniyên gundê Dêrswanê yê navçeya Şera ya Efrînê ye û li herêma sînorê Tirkiyê karê veguhestinê dikir.