Serrûpel 2013 Hazîran

Arşîva mehane: Hazîran 2013

Mele Bextiyar rexne li Barzanî kirin

AVESTA KURD - Berpirsê desteya birêveber a polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, diyar kir ku divê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî guhê xwe bide rexneyên xelkê û destûrê bi rêka “lihevhatina niştimanî” bixe referandumê.

Îbo qebûl kir: Dîlan keça min e

AvestaKurd - Stranbêj Îbrahîm Tatlises, qebûl kir ku solîst Dîlan Çitak keçika wî ye û ew ê Dîlanê bigire nav nifûsa xwe. Tatlises ji dayika Dîlanê Işik Kundakçi re xeber şandiye ku ew ê ji Dîlanê xwedî derkeve.

“Em Kurdên rojava weke penaber nabînin“

AVESTA KURD - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku siyaseta Herêma Kurdistanê li hember Kurdistana Sûriyê eşkereye û got: “Em naxwazin di vê rewşa aloz a Sûriyê de zer û ziyan bigihe kurdekî bi tenê jî." Nêçîrvan Barzanî hişyarî da ku pêwîste kurd di vî şerî de, bi awayekî parêzerî tev bigerin.

Tirkiyê “Terorîstên navnetewî“ fînanse dike

AVESTA KURD - Serokdewletê Sûrî Beşar Esad, ji Telam’ê re , ku Ajansa fermî ya nûçeyan e li Arjantîn’ê, û ji rojnameya Clarîn’ê re axivî. Ev cara ewil e ku ji sala 2011an ve ,ku şer div î salî de li li Sûrî derketi bû ,Esad hevpeyvînê dide çapemeniya Latîn. Tê zanîn ku 15 mîlyon hevwelatiyên Sûrî li Emerîqaya Latîn dijî û Esad jî têkîliyên xwe bi van dewletan re her tim germ girtiye. Ev hevpeyvîn di pirtûkxaneya Qesra Hikûmetê a ku li Şam’ê ye pêk hat.

Li Kerkûkê 17 hezar jinebî û zarokên sêwî hene

AVESTA KURD - Çalakvanê mafê mirovan Mihemed Elî ragehand ku li bajarê Kerkûkê 17 hezar jinebî û zarokên bê dayîk û bav (sêwî-bê xwedî û kes) hene.

331 caran estetîk kiriye

AVESTA KURD - Alicia Douvall, 2 keçên wê yên 15 mehî hene. Dibêje kesekî ji wê re negotiye bese êdî estetîkê çêneke.

Barzanî: Jiyana xelkê me ji hemû qonaxên berê baştir e

AVESTA KURD - Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya serdana xwe de bo bajarê Silêmaiyê, duhî piorjeyê Çavîland ku, yek ji mezintirîn pirojeyên rûrîzmê ye li deverê, li bajarê Silêmaniyê vekir.

Nûrî Brîmo li ser avakirina artêşekê diaxife

AVESTA KURD - Berdevkê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Al Partî) li başûrê Kurdistanê Nûrî Brîmo, beşdarî programeke televîzyona Rûdaw bû û li ser kêşeyên di navbera Al Partî û PYD de axifî.

“Messi“ Messi dît

Piştî ku xeberên filmê me 'Baghdad Messi' li pir welatan deng veda, çend xelat wergirtin u trailera filmî nizîkî 1 milyon caran li ser youtube hate dîtin. çend kanalên cîhanî di xwest ku Ali Al-Zaidawî akterê serekî yê filmê 'Baghdad Messi' bibine def fotbulistê Barcelona Lionel Messi ve.

Nexweşxane çêkirin lê derî jibîr kirin

Mutehît, li bajarê Isparta nexweşxane çêkir û qedand lê dûra hate dîtin ku deriyê nexweşxanê jibîr kiriye û çênekiriye. Tabela li ser avahiya nexweşxanê daliqandine û nêrdewank jî çêkirine lê derî çênekirine ku xebatkar û nexweş têkevine avahiyê .
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com