Serrûpel Nûçe Amadekariya rêkeftineke stratejîk dikin

Amadekariya rêkeftineke stratejîk dikin

Belav bike

Roja pêncşemê (27.06.2013) li bajarokê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ser bi PYD’ê û xwepêşanderên dijî wê de şer û alozî derket û di encam de 4 çekdar û 3 xwepêşander hatin kuştin.

Li gor agahiyên ku gehiştine Basê, berî wê bûyerê rûniştin û gotûbêj di navbera Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) û PYD’ê de hebû, vêna jî wiha kir ku piştî bûyerê pirsgirêk zêde mezin nebe û rewş hinekî aram bibe.

Li gor heman agahiyan, li ser astekî bilind û hewl û pêşniyarên çend kesayetiyên kurd û dostên kurdan, daxwaz ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatiye kirin ku li ser çend bingeh û prensîban li ser rêkeftineke stratejîk lihev bikin.

Hat zanîn, PDK li ser wê yekê razî bûye ku pirsa kurd li ser astê her çar parçeyên Kurdistanê û bi awayekî aştiyane bê çareser kirin û ew pêşniyar jî pesend kiriye, niha jî amadekarî tê kirin daku PDK û PKK li ser vê mijarê bicivin û gotûbêjê bikin.

Di vê derbarê de Berdevkê El-Partî Nûrî Brîmo ji Basê re got: ‘’Niha di navbera me û PYD’ê de gotûbêj heye û berî bûyera Amûdê jî herdu alî civiyabûn lê nehênî bûn. Hemû alî hewl didin ku di vê dema niha de aliyên kurdî bibin yek û bibin aktorekî girîng di hevkêşeyên siyasî de û stratejiyeke xwe ya taybet deynin.’’

Brîmo da zanîn ku di van nêzîkan de PYD û El-Partî li Hewlêrê civiyane û wiha axifî: ‘’Mebesta van civînan jî ew e rêkeftina Hewlêrê were cîbicîh kirin ku bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di sala 2012’ê de hatibû îmzekirin. Herwiha hemû civînên PYD û El-Partî li ser wê yekê ne daku careke din tu pirsgirêk di navbera hîç aliyekî kurdî de çênebin û em hêvîdar in encameke baş ji van civîn û hevdîtinan derkeve.’’

Li ser heman mijarê nûnerê PYD’ê li Herêma Kurdistanê Cafer Henan ji Basê re got: ‘’Li Silêmaniyê PYD ligel aliyên kurdî yên Sûriyê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rûnişt û nêzîkbûnek di navbera aliyan de heye. Rûniştin û hevdîtin di navbera aliyên kurdî de heye daku pirsa kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî aştiyane bê çareserkirin û mekanîzmên hevbeş bên dîtin, daxwaza me jî ew e ku hemû alî bikaribin mafên gelê kurd biparêzin. Hewldan heye ku rijandina xwîna kurdan bi destê kurdan bê qedexe kirin û birakujî çênebe.’’

Rojnameya Basê xwest nerîna PDK û PKK’ê jî li ser vê mijarê werbigire lê ji ber telefonên nûnerên her du partiyan girtî bûn nikarî xwe bighîne wan.

Hêmin Salih – BAS News

Hêmin Salih

Hewlêr: Bi hewldane çend kesayetiyên kurd û dostên kurdan, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser çend bingeh û prensîp bo çareserkirina pirsa kurd li her çar parçeyên Kurdistanê lihev dikin, ku bi awayekî aştiyane li navxwe û derve were çareserkirin. Berpirsekî El-Partî jî eşkere kir ku wek destpêk rûniştinên navbera wan û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dest pê kirine.

Roja pêncşemê (27.06.2013) li bajarokê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ser bi PYD’ê û xwepêşanderên dijî wê de şer û alozî derket û di encam de 4 çekdar û 3 xwepêşander hatin kuştin.

Li gor agahiyên ku gehiştine Basê, berî wê bûyerê rûniştin û gotûbêj di navbera Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) û PYD’ê de hebû, vêna jî wiha kir ku piştî bûyerê pirsgirêk zêde mezin nebe û rewş hinekî aram bibe.

Li gor heman agahiyan, li ser astekî bilind û hewl û pêşniyarên çend kesayetiyên kurd û dostên kurdan, daxwaz ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatiye kirin ku li ser çend bingeh û prensîban li ser rêkeftineke stratejîk lihev bikin.

Hat zanîn, PDK li ser wê yekê razî bûye ku pirsa kurd li ser astê her çar parçeyên Kurdistanê û bi awayekî aştiyane bê çareser kirin û ew pêşniyar jî pesend kiriye, niha jî amadekarî tê kirin daku PDK û PKK li ser vê mijarê bicivin û gotûbêjê bikin.

Di vê derbarê de Berdevkê El-Partî Nûrî Brîmo ji Basê re got: ‘’Niha di navbera me û PYD’ê de gotûbêj heye û berî bûyera Amûdê jî herdu alî civiyabûn lê nehênî bûn. Hemû alî hewl didin ku di vê dema niha de aliyên kurdî bibin yek û bibin aktorekî girîng di hevkêşeyên siyasî de û stratejiyeke xwe ya taybet deynin.’’

Brîmo da zanîn ku di van nêzîkan de PYD û El-Partî li Hewlêrê civiyane û wiha axifî: ‘’Mebesta van civînan jî ew e rêkeftina Hewlêrê were cîbicîh kirin ku bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di sala 2012’ê de hatibû îmzekirin. Herwiha hemû civînên PYD û El-Partî li ser wê yekê ne daku careke din tu pirsgirêk di navbera hîç aliyekî kurdî de çênebin û em hêvîdar in encameke baş ji van civîn û hevdîtinan derkeve.’’

Li ser heman mijarê nûnerê PYD’ê li Herêma Kurdistanê Cafer Henan ji Basê re got: ‘’Li Silêmaniyê PYD ligel aliyên kurdî yên Sûriyê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rûnişt û nêzîkbûnek di navbera aliyan de heye. Rûniştin û hevdîtin di navbera aliyên kurdî de heye daku pirsa kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî aştiyane bê çareserkirin û mekanîzmên hevbeş bên dîtin, daxwaza me jî ew e ku hemû alî bikaribin mafên gelê kurd biparêzin. Hewldan heye ku rijandina xwîna kurdan bi destê kurdan bê qedexe kirin û birakujî çênebe.’’

Rojnameya Basê xwest nerîna PDK û PKK’ê jî li ser vê mijarê werbigire lê ji ber telefonên nûnerên her du partiyan girtî bûn nikarî xwe bighîne wan.

– See more at: http://www.bas-news.net/kur/ArticleDetail.aspx?articleid=4460#sthash.egX0brWi.n41LP45c.dpuf