Serrûpel Nûçe “Li Qamişlo balafir li benda min ma, ez neçûm“

“Li Qamişlo balafir li benda min ma, ez neçûm“

Belav bike

 


Silêmanî (Rûdaw)
– Hemîdê Hecî Derwêş yek ji damezrênerên tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê ye. Herwiha ew yek ji wan damezrêneran e ku li hêj dijî. Ew dostekî nêzîk yê serokê Iraqê Celal Talabanî ye û niha li Silêmaniyê dimîne.

Em li ofîsa Partiya Pêşverû bûne mêvanê Hemîdê Hecî Derwêş. Ew bi ferehî behsa siyaseta kurd li Rojavayê Kurdistanê dike. Her çiqasî ew nêzîkî 80 salî ye jî, lê hê jî dikare ji mirov re panoramaya siyasî li Kurdistanê bi detayî pêşkêş bike.

Ew behsa pêwendiya xwe ligel tevgera kurd li Bakurê Kurdistanê dike. Behsa hevdîtinên xwe ligel Barzanî, Burkay û Ocalan dike. Dibêje dema ku wî serokê Konseya KCKê Murad Karayilan dît, jê xwest ku vê pêvajoyê bi şêweyekî siyasî bibin serî.

Di hevpeyvîna ligel Rûdawê de di bareyê pêwendiyên di navbera partiya xwe û PYD de got: “Em li ser du xalan gihiştin hev. Yek şerê rejîmê, ya din jî şerê li dijî grûpên tundrew. Ew grûpên ku êrişî Kurdistanê kirin, yek ji wan Newaf Beşîr e. Heta hinek ji wan grûpan gotin Hemîd û hevalên xwe em şikandin, ne PYDê. Hejmarek ji wan li cem me dîl hatin girtin, min hem ji hevalan re, hem jî ji PYDê re herroj telefon vedikir, min digot nabe tiliya yekî ji wan birîn bibe. Min got baş bi wan re bidin û bistînin.”

Dibêjin rejîmê herêmên Kurdan dewrî PYDê kir


Li ser pêwendiya PYDê bi rêjîma Sûriyê re jî, Hemîdê Hecî Derwêş wiha dibêje: “Dibêjin rejîmê herêmên Kurdan dewrî PYDê kir. Ev ji bo me Kurdan baş e. Dema ku şer nebe û teslîm bikin, ev baş e. Herêma me, Efrîn, Kobanî û Cezîrê teslîmî me bikin, ser çavan. Bêyî şer, bêyî teyare. Vê jî binivîsîne; Qamişloyê jî bêyî şer teslîmî me bikin, em memnûn in.”

Lê dema ku PYDê dest danî ser herêmên Kurdan û rê li ber partiyên din girt, wê helwesta we çi be? Sekreterê Partiya Pêşverû dibêje: “Wê demê emê qebûl nekin, tu me nas nakî, em Partiya Pêşverû ne, em ne wilo rihet in. Emê şerekî dijwar bikin.” Hemîdê Hecî Derwêş wiha berdewam dike: ”Niha tiştê em bikin ewe ku xaniyekî kurd xerab nebe. Em berê feqîr in, mala me xerab bibe emê li kolanan bimînin. Ji bo vê yekê jî, em bi PYDê re tevdigerin.”

Pêwendiya me bi hikûmeta Sûriyê re tine ye

Li ser pirseke girêdayî pêwendiya Partiya Pêşverû bi hikûmeta Sûriyê re û eger were xwestin ewê bi rêjîmê re rûnin yan na, sekreterê giştî Hemîdê Hecî Derwêş diyar dike ku pêwendiya wan bi rejîma Sûriyê re tine ye û wiha dibêje: “Pêwendiya me bi hikûmetê re tine ye, lê eger were xwestin û bi biryara partiyên kurd be, emê rûnin. Ez vê jî ji te re bêjim, serokê Sûriyê Beşar Esed sê caran xwest ligel min bicive lê min qebûl nekir. Balafira ku dixwest min bibe Şamê, li balafirxaneya Qamişloyê nêzîkî nîv seetekê li benda min ma, lê ez neçûm. Kirin nekirin, ez neçûm.”

Çima neçûyî?

Eger em partiyên kurd bi hev re ne mutefiq in, em bi tenê herin emê wenda bikin.

Eger Rûsya bixwaze?


Rûsya çi ye! Ez berjewendiya Kurdan ne bi Amerîka didim ne jî bi Rûsyayê.

Di navbera we û Îranê de pêwendî hene?

Na, me dixwest hebe lê tine ye.

Lê Tirkiye?

Di navbera me û Tirkiyeyê de jî pêwendî tine ne.

Hûn neketine destê Yekîtî?


Kîjan yekîtî?

Yekîtî Niştimanî Kurdistan.


Na, Partiya Pêşverû nakeve destê kesekî.

Rast e dema ku tê gotin li Sûriyê Kurd bûne du cebhe, yek Partî ye, yek jî Yekîtî ye?

Na, em vê ti caran qebûl nakin. Hinek gellek hewl dan, lê ti caran du cebhe tine ne, Kurdên Sûriyê yek cebhe ye.

Biryara Kurdên Rojava ji kû derê derdikeve?

Vê baş baş binivîsîne, biryara me ji Qamişloyê derdikeve, ne ji Silêmaniyê, ne jî ji Hewlêrê. Eger biryara me ne ji Qamişloka evînê be, em qebûl nakin.