Serrûpel Nûçe Lîsansên MMC, NÛÇE TV û ROJ TV hatin betalkirin

Lîsansên MMC, NÛÇE TV û ROJ TV hatin betalkirin

Belav bike

Dadgehê bi vê biryara xwe re di dîroka çapemeniya Danîmarkayê de mora xwe avêt binê rewşeke nû. Bi vê yekê re cara yekemîn e di dîroka welêt de cezayekî hewqasî giran ê pere li kargeheke çapemeniyê tê birrîn.

Mafê dijîderketina biryarê heye. Lê ji bo îtiraz bê kirin, divê cezayê pere yê 5 milyon Kron bê dayîn an jî temînatek bê nîşandan. Eger di nav du hefteyan de îtiraz neyê kirin, wê lîsansên MMC, NÛÇE TV û ROJ TV betal bibin.

Derheqê rewşê de nûçegihan Amed Dîcle agahî dan û diyar kir ku gavên ji niha û pê ve bên avêtin dê parêzerên wan diyar bike û got, “Eger di nava du hefteyan de îtiraz neyê kirin, wê weşanên televîzyonên me rawestin.”

Amed Dîcle ragehand ku dozger xwestiye kargeh bi temamî bê girtin û got, “Dadgehê jî bi cezayê hewqasî giran ê pere re, di rastiyê de biryara dozgeriyê erê kiriye.”

Dîcle got kuu biryara mijara gotinê, ji biryara sala 2012’an girantire û ev demeke hesabên Mezopotamya Bordcasting hatine cemidandin û astengiyên cihê hatine derxistin. Dîcle anî ziman ku cezayê pere yê hatiye birrîn, di rewşa niha de di asta duyemîn de girîng e û got, “Niha lîsansa weşana me hat betalkrin. Divê di nava du hefteyan de îtiraz bê kirin û di heman demê de cezayê pere were dayîn.” Dîcle da xuyakirin ku eger kargeh karibe cezayê pere bide, wê weşanên televîzyonan dewam bikin, lê di rewşeke berevajî de wê weşan qut bibin.

Dîcle got ku dadgehê di biryara xwe de cihekî berfireh daye asta heyî ya çareseriya pirsa Kurd û destnîşan kiriye ku pêvajo erênî ye. Dîcle da zanîn ku yekemcar e li Danîmarkayê cezayekî hewqasî giran ê pere li saziyeke çapemeniyê tê birîn. BAS

Dadgeha Eyaleta Kopenhagê, di rûniştina îro ya danê sibehê ya dozê de, lîsansa weşanê ya hemû qenalên televîzyonê yên kargeha Mezopotamya Brodcasting, betal kir. Dadgehê herwiha cezayê pere yê 5 milyon Kronê Danîmarkayê (2 milyon Euro) li kargehê birrî.

Dadgehê bi vê biryara xwe re di dîroka çapemeniya Danîmarkayê de mora xwe avêt binê rewşeke nû. Bi vê yekê re cara yekemîn e di dîroka welêt de cezayekî hewqasî giran ê pere li kargeheke çapemeniyê tê birrîn.

Mafê dijîderketina biryarê heye. Lê ji bo îtiraz bê kirin, divê cezayê pere yê 5 milyon Kron bê dayîn an jî temînatek bê nîşandan. Eger di nav du hefteyan de îtiraz neyê kirin, wê lîsansên MMC, NÛÇE TV û ROJ TV betal bibin.

Derheqê rewşê de nûçegihan Amed Dîcle agahî dan û diyar kir ku gavên ji niha û pê ve bên avêtin dê parêzerên wan diyar bike û got, “Eger di nava du hefteyan de îtiraz neyê kirin, wê weşanên televîzyonên me rawestin.”

Amed Dîcle ragehand ku dozger xwestiye kargeh bi temamî bê girtin û got, “Dadgehê jî bi cezayê hewqasî giran ê pere re, di rastiyê de biryara dozgeriyê erê kiriye.”

Dîcle got kuu biryara mijara gotinê, ji biryara sala 2012’an girantire û ev demeke hesabên Mezopotamya Bordcasting hatine cemidandin û astengiyên cihê hatine derxistin. Dîcle anî ziman ku cezayê pere yê hatiye birrîn, di rewşa niha de di asta duyemîn de girîng e û got, “Niha lîsansa weşana me hat betalkrin. Divê di nava du hefteyan de îtiraz bê kirin û di heman demê de cezayê pere were dayîn.” Dîcle da xuyakirin ku eger kargeh karibe cezayê pere bide, wê weşanên televîzyonan dewam bikin, lê di rewşeke berevajî de wê weşan qut bibin.

Dîcle got ku dadgehê di biryara xwe de cihekî berfireh daye asta heyî ya çareseriya pirsa Kurd û destnîşan kiriye ku pêvajo erênî ye. Dîcle da zanîn ku yekemcar e li Danîmarkayê cezayekî hewqasî giran ê pere li saziyeke çapemeniyê tê birîn.

– See more at: http://www.bas-news.net/kur/ArticleDetail.aspx?articleid=4473#sthash.P1REHBnB.dpuf