Serrûpel Nûçe Barzanî ji Balyozê Emerîkî re çi got?

Barzanî ji Balyozê Emerîkî re çi got?

Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Amerîkayê li Iraqê Stephen Beecroft û şanda ligel kir. Di destpêka hevdîtinê de Beecroft, piştgiriya welatê xwe ji bo serdana Barzanî ya Bexdayê, civîna ligel Malîkî û aliyên siyasî yên din pêşan da ku bikaribin bi rêya diyalogê pirsgirêkên heyî çareser bikin.

Beecroft diyar kir ku kêşe û krîzên Iraqê gelekî giranin û got: ‘’Lewra bi hesanî nayên çareserkirin, lê belê ligel vêna jî ev pêngava Serokê Herêma Kurdistanê gelekî erêniye û dema wê jî hatibû ku li ser hinek pirsgirêkên bingehîn û çareseriya wan axaftin bê kirin.’’

Serok Barzanî jî spasiya piştgriya Amerîkayê kir û derbarê serdana xwe ya Bexdayê de wiha axifî: ‘’Xelk li benda wê yekê ye ku encamek ji serdan û hevdîtinên navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê derkeve. Eger wek berê hewldan bê encam bin û kêşe wek xwe bimînin hêvî ji bo çareseriya pirsgirêkan kêm dibê.’’

Barzanî da zanîn ku serdana wî ya vê dawiyê û şanda siyasî û hikûmî ya Herêma Kurdistanê ji bo nehiştina pirsgirêkan derfeteke û got: ‘’Di civînên ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û aliyên siyasî yên Iraqê de me li ser berdewambûna gotûbêjan û danîna demeke diyarkirî bo çareserkirina kêşeyan lihev kir.’’

Di beşekî din ê hevdîtinê de pêvajoya siyasî ya navçeyê, krîza Sûriyê, jiyan û rewşa koçberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û Balyozê Amerîkayê ji xeynî ku balkişand  ser wê hejmara zêde ya penaberên Sûriyê ku hatine Kurdistanê, ji bo hewandin û hevkarîkirina wan koçberan, destxweşî li hewldanên hikûmet û xelkê Kurdistanê kir. BAS News

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê serdana xwe ya Bexdayê de got: ‘’Xelk gelekî dixwazin û li bendê ne ku encamek ji serdan û rûniştinên navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê derkeve.’’

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Amerîkayê li Iraqê Stephen Beecroft û şanda ligel kir. Di destpêka hevdîtinê de Beecroft, piştgiriya welatê xwe ji bo serdana Barzanî ya Bexdayê, civîna ligel Malîkî û aliyên siyasî yên din pêşan da ku bikaribin bi rêya diyalogê pirsgirêkên heyî çareser bikin.

Beecroft diyar kir ku kêşe û krîzên Iraqê gelekî giranin û got: ‘’Lewra bi hesanî nayên çareserkirin, lê belê ligel vêna jî ev pêngava Serokê Herêma Kurdistanê gelekî erêniye û dema wê jî hatibû ku li ser hinek pirsgirêkên bingehîn û çareseriya wan axaftin bê kirin.’’

Serok Barzanî jî spasiya piştgriya Amerîkayê kir û derbarê serdana xwe ya Bexdayê de wiha axifî: ‘’Xelk li benda wê yekê ye ku encamek ji serdan û hevdîtinên navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê derkeve. Eger wek berê hewldan bê encam bin û kêşe wek xwe bimînin hêvî ji bo çareseriya pirsgirêkan kêm dibê.’’

Barzanî da zanîn ku serdana wî ya vê dawiyê û şanda siyasî û hikûmî ya Herêma Kurdistanê ji bo nehiştina pirsgirêkan derfeteke û got: ‘’Di civînên ligel Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û aliyên siyasî yên Iraqê de me li ser berdewambûna gotûbêjan û danîna demeke diyarkirî bo çareserkirina kêşeyan lihev kir.’’

Di beşekî din ê hevdîtinê de pêvajoya siyasî ya navçeyê, krîza Sûriyê, jiyan û rewşa koçberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û Balyozê Amerîkayê ji xeynî ku balkişand  ser wê hejmara zêde ya penaberên Sûriyê ku hatine Kurdistanê, ji bo hewandin û hevkarîkirina wan koçberan, destxweşî li hewldanên hikûmet û xelkê Kurdistanê kir.

– See more at: http://www.bas-news.net/kur/ArticleDetail.aspx?articleid=4516#sthash.6cowhQNC.SLT09Vmq.dpuf