Serrûpel Nûçe Bilek û Burkay pêvajo gotûbêjkirin

Bilek û Burkay pêvajo gotûbêjkirin

Belav bike

Bîlek her wiha ragihand, rola BDPê di pêvajoyê de tenê birin û anîna nameyên Ocalan e. serokê HAKPARê Kemal Burkay jî diyar kir ku ew BDPê wek neyarê xwe nabînin lê divê BDP helwesta xwe ya li hember wan biguherîne da ku bikaribin digel wê partiyê kar bikin.

Siyasetmedarê kurd ê bakûrê Kurdistanê Dara Bîlek, beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdawê bû û derheqê pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê nêrînên xwe anî ziman.

Dara Bîlek, diyar kir ku heta niha hikûmeta AKPê gavên micid nehavêtiye û wiha axivî: “Divê civak normalîze bibe û gavên micid bên avêtin.”

Derheqê sedema vê yekê de jî Bîlek destnîşan kir ku heta niha jî hinek hêz û kes hene ku naxwazin pêvajo bi pêş bikeve û şer bidawî bibe û da zanîn, ev hêz û kes him li nav aliyên kurdî de hene û him jî li nav aliyên tirkî de hene.

Dara Bîlek rexne li siyaseta hikûmeta AKPê jî girt û diyar kir ku hikûmeta AKPê dest avêt pirsa Ergenekonê lê “ji Firatê derbas nebû”.

Derheqê daxuyaniyên vê dawiyê yên rayedarên BDPê yên li ser pêvajoyê de jî Bîlek wiha axivî: “Ji xwe rola BDPê di pêvajoyê de zêde nîne û tenê nameyên Ocalan dibe û tîne. Lewma divê ev partî bi awayekî aktîf di pêvajoyê de beşdar bibe.”

Serokê HAKPARê Kemal Burkay jî ji Enqerê bi telefonê beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdawê bû û derbarê pêwendiyên navbera HAKPAR û BDPê de axivî û diyar kir ku BDP li ber bayê PKKê dikeve û êrişî wî dike.

Burkay rexne li helwesta BDPê li hember xwe û partiya xwe girt û wiha got: “Hevalên me yên BDPê tenê xwe qebûl dikin, ji ber wê jî tu rêkek namîne mirov digel wan kar bike lê eger helwesta xwe biguherînin em dixwazin bi wan re kar bikin.”

Kemal Burkay, behsa çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê jî kir û ragihand, berdana çekdan ji aliyê PKKê ve nayê wateya çareserî û aştiyê û divê mafên bingehîn ên gelê kurd bên dayîn û wiha anî ziman: “Li gorî me di sîstema federatîf de hemû mafên kurdan tê dabînkirin.” Rûdaw