Civata Giştî ya ya Kongreya Gel di navbera 30’ê Hezîran û 5’ê Tîrmehê de pêk hat. 162 delege beşdarî kongreyê bûn.
Herwiha di kongreyê de Abdullah Ocalan ji nû ve bi dengdanê ji bo serokatiya giştî ya KCK’ê hat hilbijartin.
Serkirdeyê berê yê PKK û birayê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan, dibêje Cemîl Bayik kesekî tundrew e û xeta sert di nava PKK de dimeşîne, her wiha dibêje ew pir nayê hezkirin.
Jêdereke pêbawer ku nexwest em nav eşkere bikin, ji Avesta re diyar kir ku ev biryar rasterast bi emrê Ocalan hatiye standin û Ocalan xwest bi vê biryarê kesekî yekser bibîne ku nûneriya pêvajiyê bike û vê berpirsiyariya giran bide ser milê wî.
Jêderê diyar kir ku, Murat Karayilan gelekî nêzîkî Ocalan e, û baweriya Ocalan gelekî bi wî heye, ji ber vê yekê jî Ocalan nexwest Karayilan di bin vî barê giran de bihêle.
Li gora wê jêder, yek ji wan sedeman ew bû ku Karayilan hinekî ji ber çavan wenda bibe ew bû ku di van salên dawiyê de Ocalan pir derkete pêş û Ocalan nexwest ew her demê li ber çavan be, xwest wî hinekî bide aliyekî, barê wî sivik bike û kesekî din bide bin vî barê giran.
Karayilan ne weke Cemîl Bayik e, di kevibûna xwe ya di nava PKK de, ew piştre tevlî PKK bû û bi destê Ocalan bi xwe hate çêkirin, Ocalan ew çêkir û weke kesekî ji xwe pir nêzîk xiste kesê duyem di nava PKK de.
Berevajî wî, Bayik bi destê Ocalan nehatiye çêkirin, wî bi Ocalan re PKK ava kiriye, lê di nava PKK her demê ji aliyê Ocalan ve hatiye biçûkkirin, heta cezakirin jî.
Ocalan gelek caran ew ji wezîfeyê avêtiye, bi dûr xistiye û gelek caran jî ew di bin emrê milîtanan de daye xebitandin.
Jêderê berdewam kir û got, heta niha ne diyar bû ka kî muxatebê pêvajoyê ye, muxatebî di navbera KCK û BDP de wenda bûbû. Bi vê biryarê Ocalan xwest rasterast muxateb diyar bike, ew jî niha Cemîl Bayik e.
Jêderê her wiha got, niha jî dor hatiye BDP.
Li gora wê jêdera ku nêzîkî navenda biryaran e, got, van demên dawiyê tevger û daxuyaniyên hevserok û berpirsiyarên BDP, li xweşiya Ocalan neçû ye, BDP wiha kir ku weke ji her kesî re bêje êdî “muxateb ez im û dewlet dikare bi min re ji bo çareserkirina pirsa Kurd û PKK û agirbest û derketina ji sînorê Tirkiyê min muxateb bibîne” daxuyaniyên BDP îmajeke wiha da, bi kêmanî Ocalan wiha pê hesiya ku BDP xwe dide pêş û wî îhmal dike, ji ber vê sedemê û gelek sedemên din, Ocalan difkire di rojên pêş de hevserokên BDP jî biguhere.
Tiştê balkêş ewe ku Ocalan -li gora jêderê- li ser wê yekê kar dike ku kesên ji PKK qut bûne lê baweriya wan bi Ocalan heye û wî weke rêber û serokê xwe dibînin, careke din wan vegerîne nava PKK û berpirsiyariyê bide wan.
Jêder navê wan kesan diyar nekir, lê got di serê Ocalan de ew yeka heye ku bi wan kesan re, bi riya navbênkaran wan careke din vegerîne nava PKK.