Carekê kete guhê min, wekî ji oda kêlekê – yekî birîndar bi kurdî hema usa dibêje: “Ax, xwezil…” Wexta emê vegeryana malê, ez zivirîm wê odê, nêzîkî wî birîndarî bûm, min jê pirsî, go:
– Xalo, tu çira dibêjî “Ax, xwezil?…”
Ewî çevê xwe neyîseyî vekir, go :
-Tu keça kêyî?
Min go:- Keça Hecîyê Cindîme, navê min Firîdeye.
Ewî bi hêrs pirsî:
-Hecîyê Cindî çûye ber şêr?
Min medê xwe kir, hêrs bûm û ew bû ezê ji odê derketama, lê ez mam û bi xeyîd jêra go:
– Na, bavê min nebirine şêrr, apê min Xaço şerrda hatiye kuştinê. Bavê min nebirine, berku destê wî…,- hê xeber devê minda, ewî go:
– Na, welle, tuyê birê xwe bibaxşînî…xûşka mine biçûk, ez carna bê hemdê xwe hers dibim û pirsê neheq dibêjim,- ewî bi beşereke xweş li min nihêrî û ez jî pêra beşerxweş bûm,- paşê zêdekir,- xûşka mine biçûk, ez nabêjim “Ax, xwezil”, ez dibêjim: “Ax, Xezal…”
Xezal dergîstiya min bû, payîza sala 1941-ê wê dewata me bûya…Ne bi xêr şerr dest pê bû, ez birim şêrr. Nava van salada 4-5 cara ewê bersîva namê min daye…
Eva mehek zêdetire ez anîme Yêrêvanê, lingêkî min birîne…
Min kurapê xwera caw kir, wekî pê bihese Xezalê mêr kirye, yan na? Min jêra go:
“Heger mêr nekirye, cawke bira ese ser minda bê.”
Caw kiribû. Bîstek berê ew, dê û xûşka xweye biçûkva hatin ser minda…
Disa ew bû, ew Xezala mine şermoke, nazik, xaşik… Xasiya min xwe avîte pêsîra min, girya, go, wekî malxwe wê ji şêrr venegeryaye û herdu êtîm mane stûyê wêda… Lezekî dinê xasiya min ji odê derket, min destên Xezala xwe paç kirin… Xasiya min vegerya oda nexweşxanê, wana xatirê xwe ji min xwestin, gotin 2-3 rojê din wê dîsa ser minda bên. Bîst roje ez hîvyême, tunene… Kurapê min wê îro-sibê bê, min ji nexweşxanê derdixin, hela bê wê beseke çawa ji minra bîne?…Ax, Xezal, Xezal…”.
Min go:- Apo can, bêhna xwe fireke, ewê bên, her tişt wê başbe…
Ez bi dilêş hatim malê, min derheqa Rostemda (navê wî Rostem bû) gilî kir. Bavê min go:
-Ezê sibê tevî diya te herim dîtina wî, hela çawa dikarin alî wî camêrî bikin?..
Sibetirê ez ji dibistanê hatim malê, diya min go:
-Vê sibê ez û Hecî em çûne hospîtalê, doxtirê wî mera got, wekî kurapê wî duh nîvro hatye û ew birye mala xwe – Tibîlîsiyê… gundê wanda kesî Rostem nemaye…bav û bira şêrrda şehîd bûne, dayka wan jî ji birçîbûnê û kerbî malxwê xwe û herdu kura ruhê xwe daye….Mera gotin, wekî mala xasiya wîda jî eva çendeke kes najî, ji gund koç kirine, çûne…
Ez giryam, min go:
-Çawa çûne?… Çawa serda nehatine, çawa Xezalê Rostem tenê hiştye?…”
Diya min ber dilê minda hat, go:
– La-lawo, şerr destpê bû, serê Hîtlêrda reş be, nehişt ew cahil bext-mirazê xwe şa bin… Niha lingêkî mêrik tune, diya Xezalê heyfa xwe keça xwe aniye, bona wê yekê jî qîza xwe ji gund derxistiye… ew hêsîr kî zane naka kune?
Hecî adirêsa mala kurapê Rostem ji doxtir hilda…. De hela wê çawa bike?…
Min demeke dirêj Rostemê birîndar û gazinê wî bîr nedikir, heyfa min wî, Xezala nenase delal dihat…
Sal buhurîn…
Havînekê, wexta navbirya karê min û dersê zarokên me, em malêva çûbûne Tibîlîsiyê, mala Serê, Sera baltûza xwe. Ewana li mehila Lodkinskiyê, ser kûça Sanavardo da diman. Mêrê wê-Şevav, Şevavê Çerkezê Nado yekî maqûl, camêrekî zef heyf bû. Ew û zarokên wan û xasiya Şera me – meta Sûrmê, pir baş em qebûl kirin. Şerê hiz dikir gav û sehet kêleka birê xwe Fêrîk (Fêrîkê Ûsiv) û zarê birê xwe rûnî û wanava şabe, pirsa dê û bav, bira û xûşka xwe Xatûnê bike… , digo: “Mala me girane , ez bi xwe jî dixebitim, eva sê sale ez neçûme gund (gundê Pampê), haj wana tuneme…”
Em çendekî Tibîlîsiyê da man. Em bajêrda digeryan- çûne ser Fînîkilorê, Fêrîk hiz dikir ber çemê Kurrê egilebe, lûvîna wî bibihê û hotêla Îvêriya bedewe pirqatanî mêzeke, em çûne ber ava Lîsê ( bera çûke bedew), malên qîzapên bavê xwe –Êterê, Leylê …
Roja dawiyê, emê wê êvarê ji Tbîlîsiyê vegeryana Yêrêvane, Ferîk tevî zarokan mane bajêrda, Fêrîk dixwest here dikana pirtûka jî, lê ez gere zû biçûma mala Şerê, wekî hazirya me çûyînê bidîta. Wana ez verêyî mala Şerê kirim, ez kongê ( tranvayê) siyar bûm û çûm ber bi mala Şerê, de tranvay hema ber mala wê disekinî.
Ez ji tranvayê peya bûm, dinherim cîkî nenase, lê ka mala Şerê?… Kete bîra min, wekî adiresa mala wan, bi zimanê rûsî, çeltê mindane. Min dîna xwe da ber derê malekê camêrekî ser kûrsiyê rûniştî hûr-mûrê çûk difroşe. Ez ber bi wî çûm, min adirês nîşanî wî kir, ewî xwend, kenya û bi zimanê rûsî go:
-Heyîf, tu zû ji tranvayê peya bûyî, lê ev adirês, welle nêzîke, tuyê piyê xwe 10-12 deqada li wir bî.
Hema wê demê jineke bedew ji hewşa wan derket û bi zimanê kurmancî pirsî:
– Rostem, ewa xanima derheqa çi da dipirse?
Ewî bersîva wê da. Paşê min mêrikra bi zimanê kurmancî go:
– Ez zef ji birê xwe razîme… em malêva ji Yêrêvanê bi mêvanî hatine mala Şera baltûza xwe.
Min çend gav kiribû, wexta jinikê ji mêrê xwe pirsî:
– Rostem, dive evana mêvanên mala Şevavê kurê apê Çerkezin?…
Mêrik go: – Xezê can, çi bêjim, dive jî…
Min gava ew yek bihîst – sekinim…, xwexwe ji xwe dipirsî: “Ewê çi got? “Rostem? Ewî çi got? Got: “Xezê?”… deqekê, duda difikirîm – “ Rostem… Xezê, yan Rostem, Xezal? Xezal û Rostem?… Na, na…, nikare biqewime …”
Min bi şikberî berê xwe wanada kir, ewana jî dû min dinhêrîn…
Pî, … lê potê ser lingê wî, lê darikên (kastîlên) ber dêrî, lê beşera wî… Na,… şik tunebû – sala berê nexweşxana Yêrêvanê da hema ev camêr bû, wekî bona Xezala xwe usa dilşewat berxwe diket…
Ez derengî diketim, gotî min xwe bigîhanda mala Şerê, hûr-mûrê me tam hazir kira, ber ku du sihetê din bi tirênê emê rêketana ber bi Yêrêvanê…
Ez revîm ber bi wan, nêzîkî wana bûm, min ji şabûna herda jî paç kir, go:
– Birê Rostem, gele sal berê nexweşxana leşkeriyêye Yêrêvanê da me hev dîtibîû…, îna bike, ez bona te û Xezala te zef, zef şame.., heyîf, nikarim egle bim… em gere îro vegerin Yêrêvanê…- min go û bi dilekî barîstan, zef lez dûrî wana ketim, çûm berbi mala Şevav…
Rêva berxwe diketim, wekî ewî min nas nekir…Dive bîr kirye?… Lê min çira navê xwe jêra nego, nego keça kême?…Sed heyîf… û min lezand, wekî zû bigihîjim mala Şerê.
Ez weke sed gavî dûrî wana bûm, gava min dengê Rostem bihist…
Rostem dikire gazî:
– Xûşkê.. ê…ê, dive tu Ferîdeyî?
Hisa şabûnê di nava ruh û sewdê minds çêbû…Dêmek ewî jî ez anîm bîr!! … Ez dilşa sekinim, berê xwe wanada kir, destekî xwe wanara bilind kir, hejand… û bi çevên hêsirtijî kire gazî:
– Erê…ê…
(Kûrteçîrok)