Derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de yên li ser dosya petrolê, Aştî Hewramî ji rojnameya Heyat re axifî û got: ” Danûstandinên ligel Bexdayê li gor wê yasayê birêvediçin ku mafên aborî yên Herêma Kurdistanê di dahata-hatina hikûmeta federal de destnîşan kiriye.”
Hewramî da zanîn ku hikûmeta Herêma Kurdistanê berî demekê Bexda agahdar kiriye ku şirketên petrolê daxwaza 3 milyar û 500 milyon dolar dikin û evna jî mafekî destûrî ye.
Hewramî ew tohmetên Bexdayê jî red kirin ku dibêje herêm bêyî hevahengiya Bexdayê petrola xav dişîne derve û wiha axifî: ‘’Ev karê han li gor rêkeftina ligel Bexdayê tê kirin bi mercê ji sedî 50’ê dahata wê bide şirketên petrolê û nîvê din jî vegere xezîneya dewletê, lê belê Bexdayê dest daniye ser hemû dahata petrolê.’’
Aştî Hewramî tekez kir ku divê yasaya petrol û gazê were pesend kirin û bi baweriya wî ew yasa han dibe kilîla çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser sektora petrolê. Basnews