Hunermend herweha di dema xwendina xwe ya dibistanê de jî hertim bi mûzîkê re mijûl bû.
Sakîna di 1991ê de bi damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di nav xebatên mûzîka Kurdî de cîh girt û li cem Koma Mezrabotan wekî vokalîst stran gotin. Hunermendê, ji ber xebatên xwe yên cîhereng naçar ma ku navbereke dirêj bide xebatên xwe yên hunerî. Sakîna, di fîlma serkeftî ya bi navê Bêrîtan de, ku derhenêriya wê Halîl Uysal kir, bi strana xwe ya Bêrîtanê bû stranbêja sereke ya fîlmê û bi vê stranê re, ku ji aliyê gelek hunermendên din ve jî hatibû strîn, Sakîna vegeriya jiyana xwe ya mûzîkê.
Piştî ku Sakîna di 2006ê de derket Ewropayê wê digel Orkestraya Caza Împrovîze ya Viyanayê (VIO) gelek konser dan. Herweha ev çendîn sal in ku Sakîna digel komeke şanoyê ya kuçeyan a împrovîze bi nivîsar û stranên xwe hunera xwe pêşkêş dike. Hunermendê, di bihara 2011ê de komeke bi navê TRİO MARA, ku ji sê jinan pêk tê, damezirand. Trio Mara, stranên klasîk ên kurdî û stranên jinan bi piyano û kemanê pêşkêş dike û herweha formên kelepûrî bi formên nûjen digihîne hev.
Hunermenda ku li welatên Ewropayê yên wekî Almanya, Awusturya, Hollanda û Fransayê gelek konser dan, wekî din digel hunermend Mehmet Akbaş li çendîn bajar û welatan konserên hevbeş dan.
Sakîna di destpêka 2012ê de yekemîn xebata xwe ya solo, an ku bi albûma xwe ya bi navê ROYÊ Mİ derket pêşberî guhdarên xwe.
Hunermend Sakîna, ku li kêleka xebatên xwe yên mûzîkê rojnamegerî û parêzvaniya mafên mirovan û yên jinan dike, ji sala 2006 û vir ve xebatên xwe li viyanayê didomîne.
Em bi navê “Rûdaw”ê bu hunermend sakîn ava li ser projêyên mê axifîn.
Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij – Köln
Seyîdxan Kurij: Wê, di bihara 2011ê de komeke bi navê TRİO MARA, ku ji sê jinan pêk tê, damezirandin? Tu dikarî behsa xebatê vê komê bikî? Taybetmendîya vê komê çine, çima tenê jin? Hûn muzikek çawa dikin?
Sakîne: Ji mêj ve projeyek û xeyalek min hebû ku ji jinan komek ya muzîkê damezrînim. Ji xwe Nurê û Nazê mirovê hevin. Min ji wan re pêşneyaziyek bir û wan jî qebûl kirin. Bi wî awayî proje dest pêkir.
Trio bi Latini tê wateya sê. Pêyva Mara jî me bi taybetî hilbijart. Mara bi zaravayê kirmanckî ango bi zazakî tê wateya “Ji me” ev pêyv herwiha tê wateya dayîkê. Di erebî de jî wateya Mara jin e. di ermenîkî de jî dayîke. Ji ber ku di gelek zimanên herêma me de tê wateya jin û dayîkê, me ew hilbijart. Di projeya Trio Mara de Nurê Dilovanî kemanê lê dixe, Nazê Îşxan piyanoyê lê dixe û ez jî vokalîstim.
Naveroka muzîka Trio Mara Kurdî ya klasîk û gelêrî ye. Bingeha muzîka Kurdî ya gelerî diparêze û bi vêya têr nabe, harmoniyekî li gel muzîka gerdûnî û ya nûjen çêdike. Di repertûara me de stranên muzîka klasîk yê Kurdi ku ticarî kevin nabin hene. Bi taybet Nazê îşxan wan ji nûde aranje dike. Li gel stranên Kurdî em cîh didin stranên bi zimanê din jî. Bi taybet konserên xwe de em hinek minakan ji zimane din jî didin.
Li welatê ku em jê tên, li Kurdistanê êş, şer û berxwedan qet kêm nebûne. Em weke sê jin, hewl didin bûyerên ku li erdnîgariya Kurdîstanê de rûdanê, bînin ziman. Gelek hunermendên jin yên ku dengbejiyê dikirin, ji ber nêrîna civata desthilatdariya mêran, hinek kevneşopî û baweriyên olî rastî gelek zehmetiyan hatin. Li gel gelek zehmetî û astengiyan helwesta dengbêjên weke Eyşe Şan û Meryem Xanê gelek bi wate bû. Em wê mîrasa bi wate dixwazin ji xwere bikin bingeh. Em wek sê jinên Kurd dixwazin ku rêwîtiya xwe ya hunerê de, trajediya jinên axa xwe, evîn û êşên wan bi newa û stranê wan bînin ser ziman.
Seyîdxan Kurij: Klîbên te wek fîlmên dokumanterin çima tu ew şewe hildibijêrî?
Sakîne: Klîp ji bo stran bala guhdarvanan bikşînin tiştek gelek girîng e. Ji ber ku xitabê çavê guhdarvanan jî dike. Mixabin roja me ya îro de, hinek klîbên muzîka Kurdî ên ku tên weşandin de gelek xal hene ku divê mirov wan rexne bike. Mirov ji guhertina kinc û şiklê kesê stranan dibêje nikare stranê bişopîne. Hember xebatên wiha rexneyek min hêye. Ji ber vê jî naxwazim bikevim xefka popularîzmê. Armanca min ne eve ku bi klîb xwe derxim pêş. Li gor nêrîna min her stranek xwediyê çîrokek taybet e û pêyamek xwe hêye. Divê mirov bi klîbek wan pêyaman bide. Ji xwe derfetê min ê aborî nînin ku ez bi pereyên mezin klîban çêkim. Ji ber vê jî hîn bêhtir ji performansên xwe yê zindî vîdeoyan parve dikim. Hinêk dîmenên dokumanter bikartînim.
Seyîdxan Kurij: Tu demek bi profosyonelî sîyaset ji kir, Tu çawa karê hûnerî û sîyaset bi hevra dikir?
Sakîne: Berê ku ez karên sîyasî bikim, ez xebatkarek Navenda Çanda Mezopotamya ya Êstanbolê bum. Min berê polîtîka yê, karê hunera Kurdî kir. Lê destpêka salên 90 î, li Kurdîstanê şer û serhildana gel zaf pêşketibu û min têr nedidît ku karê hunerê tenê bikim. Ji ber vê jî min berê xwe da karên polîtîk û qadên din ê tekoşînê. Bi meşandina karên polîtîk ên profesyonel, têkîliya min bi hunerê re lewaz bun. Hin caran wexta em bi hevalan re dihatin gel hev, ango hinek çalakiyên çandî me dikir de min çend stran digotin. Lê ev kar bo min li plana paş bu. Min ji xwe re tim stran digotin. Lê ji ber ku derfetên teknîkî nebun, min hêşt sal qet muzîk guhdar nekir. Agahiyamin ji pêşketinên muzîkal qet tunebu. Bi kurtî min karê hunerî nedikir.
Seyîdxan Kurij: Tu wan rojan bi navê SAKINA & ANADOLU QUARTET Mesopotamian Sounds – Ethno meets Classical rêzê konserta didin. Tu dikarî behsa vê projeyê bikî?
Sakîne: Ev rêze konsert wek proje di meha nîsan ya îsal de pêşket. Planek demdirêj nebu. Me bi qeyîdkirina du stranan destpê kir û me xwe di nava rêxistinkirina konseran de dît. Ev proje ji bo min li çend aliyan ve balkêş bu. Her çar hunermendên Anadolu Quartet jî Tirkbun. Lê têkîliya wan bi taybet bi muzîka Kurdî û bi muzîkê gelen din yê Anatolya yê re jî pir xurt bu. Ev tablo li Tirkiyê zu bi zu mirov nikaribu bibîne.
Ji vê komê endamek li Dersîm dijî. Du endam jî amadekariya dikin ku herin li Dersîmê bijîn. Sedem tene eve ku, salên dirêj xapandina ku siyaseta dewleta dagirker pêşxist, ew rexne dikin û dixwazin li ser wê axê rastiyan bişopînin. Berê min, ew bi hunermendên wek Tara Caf û Mehmet Atlı re jî xebatê konseran kiribun. Lê li Ewropayê cara yêkemîn bi vê rêze konsertan xwe dan nasîn. Li Bielefeld, Köln, Frankfurt û Berlin ê me çar konser dan. Wek ji navê projeyê tê fêhmkirin, em muzîka gelerî ya gelên Anatolya yê bi enstrumanên rojavayî yên klasîk tînin gel hev û sentezêk çêdikin. Repertuara projeyê bi piranî Kurmancî, Kirmanckî ye. Lê em bi zimanê Ermenîkî, Tirkî û Yewnanî jî distirên. Heman demê de endamên komê ji behra reş tên, ji ber wê jî, ji wê herêmê jî stranan dibêjin. Bi rastî guhdarvanan zaf rexneyên erenî kirin. Em payîz ango zivistana pêş me de dixwazin rêze konserên din bi vê projeyê bikin.
Seyîdxan Kurij: Tu piranî nê tenê hunermendên din va kar dikî, ew di nav hunermendên kurd de ne tiştek edetîye
Sakîne: Salên dirêj di nav tevgera jinên Kurd de min cîh girt. Ev salên min hîştin ku ez ji xebatên kolektîf re vekirî bim. Wexta ez pêşketina hunermendek Kurd di nav karê hunerî de dibînim dilê min zaf şa dibe. Ji ber vê jî ez dixwazim bi hunermendên ku hest û nêrînên wan û sekinandina wan yê mirovatî li gor min be, ez wan nêzîk bibînim, bi wan re kar bikim. Bê guman ji bo nasnameya min a jin, xebatkirin bi jinên hunermend jî zaf girînge. Bi du enstrumantalîstên xurt wek Nazê İşxan û Nurê Dilovanî karkirin jî derfet û şansek girînge. Ez bawerim ku tim ev aliyê min dê hebe. Ez bi projeyên cîhereng tevbigerim, lê ji bo min yê esas tim tê de deng û hêstê jinan hebe.
Seyîdxan Kurij: Tu cîhêk de dibêjî “Kürtce ask sarkisi söylemenin bile terörle mücadele yasasi kapsaminda ele alindigi bir ülkede sanatci politiktir, Kürtce müzik politiktir.” Li vir dixwazî çi bêjî?
Sakîne: Ev gotin hunermendê hêja Mehmet Atlı di hevpêyvînek xwe de gotibu. Pir kêfa min jê re hat û min jî li medyaya sosyal de parvekir. Em li welatek wisa de dijîn ku, mirov stranek evînî jî bêje, stranek polîtîk jî bêje, li gel rêjîmê ev wekhev tê girtin. Tu derdikevî hember dadgeha tekoşîna li dij teror ê. Hunermendên Kurd, helbestvanên Kurd, siyasetmedarên Kurd, ji ber ku bi Kurdî axivîn, stran gotin, helbest nivîsandin neçar man ku emrê xwe di zîndanan de derbazbikin. Di sîstemêk wiha de Kurdî wek axaftin polîtîk e. Ji ber we jî tu ji siyasetê bireve jî ew pêsîra te bernade. Mebesta min eve ku, zimanek bê guman her tim ne polîtîk e, lê li Kurdîstanê tu çi jî bikî, zimanê te yê zikmakî polîtîk tê hesibandin.
Seyîdxan Kurij: Li ser pêwendîya muzîk û polîtîka , hunermend û polîtîka çi difikirî?
Sakîne: Wek min li jor jî da diyarkirin, em li welatêk wisa de dijîn ku wexta mirov bi Kurdî bistire, biaxive û binîvîse belayên mezin têne serê mirov. Ji ber wê jî têkîliya huner û polîtîka bi hevrê bi awayek xwezayî çêdibe. Lê hunermend, ne siyasetmedar e. Huner û siyaset divê bi hevre têkîliyek hîyerarşîk de nebin. Her yek di xweza ya xwe de pêşkevin, lê bi hevre jî xelekên hevbêş bibînin. Wexta siyaset huner ra bêje ku di bin xizmeta minde be, nabe. Lê divê huner jî ji siyaset nereve, hember buyerên civakî hişyar be. Ey dibêjim jiyan eger behrêk be, huner çemek e, siyaset çemek e. Her yek li ser xeta xwe diherike û tevlê ava giştî ya behr dibe. Lê nabe ku yek xwe ji ê din bilind bibîne. Ger hun ji min bipirsin, di hunerê de derew tune, strana esasî derew nake. Yekser bangê dile mirovan dike. Bi rêya axaftinek siyasî ya herî bi bandor carna mirov nikare bandora ku stranek çêdike bike. Lê mixabin di vê hêlêda hîna têkîliyek rast me ava nekiriye. Rûdaw – Koln