Kovarê 30 rûpelên xwe ji nirxandina pirsa kurdî re veqetandine.
Serokê Enstîtuya Rojhilatnasiyê li Almanya bajarê Hamburgê, Udo Steinbach nirxandineke dirêj li ser rewşa Kurdistanê nivîsandiye.
Pisporên siyasî û civakî di kovarê de dibêjin: Li Rojhilata Navîn, kurd miletê herî mezin yê bê dewlet e. Lê vêcarê şansê Kurdan yê ku dewleta xwe ragihînin peyda bû ye.
Kovar rewşa Kurdistanê bi vî awayî şiroveyekî dike: Li Tirkiye pêvajoya aşitiyê, li Iraqê pirsgirêkên li gel hukumeta nawendî, şerê desthilatê yê di navbera Şîe û Sune de û şerê navxwe yê li Suriyê… Ev hemû dihêlin ku rewşa Kurdan ji her demê bêhtir bi hêz bibe.
Kovar dinivîse: Welatên ku Kurd lê dijîn dewleteke serbixwe wek xewnek giran bû ji bo wan, lê li gel Bihara Erebî ev xewn dikare bibe rastiyek.