Serrûpel Nûçe “PYD bi agir dilîze”

“PYD bi agir dilîze”

Belav bike

Piştî ku encumena gel a rojavayê Kurdistanê (EGRK) ku nêzîkî PYDê ye ragihand, dixwazin li rojavayê Kurdistanê “rêveberiyek demkî” çêbikin û heta hilbijartinan deverên kurdî yên rojavayê Kurdistanê birêve bibin, rastî nerazîbûna tund a Tirkiyê hat.

Serşêwirmendê serokwezîrê Tirkiyê Yalçîn Akdogan, derheqê vê yekê de got ku PYD pişta xwe dide Herêma Kurdistanê û wiha axivî: “Pêşhatên vê dawiyê metirsiyek micid çêdike. Ew maceraya ku PYD dixwaze bikeve nav dê pêşiya arîşeyên hîn girantir li Sûriyê vebike. PYD bi îdiayên avakirina xweseriya demokratîk bi agir dilîze.”

Akdogan diyar kir ku Tirkiye nahêle li rojavayê Kurdistanê statûyek bê avakirin û gefa wê jî xwar ku yên ku bixwazin vê yekê jî bikin dê zirarê bidin xwe.

Li gorî wî şêwirmendê Erdogan, hewlên PYDê yên ji bo avakirina “xweseriya demokratîk” dê rastî nerazîbûna serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî were, ji ber ku PYD jî mîna PKKê di çarçoveya “pîvanên angajmanî” de karî xwe li ser piya bihêle û hewldanek cuda dê bibe sedema “guhertinên bingehîn.”

Wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu jî bi tundî gel li hewlên avakirina rêveberiyek demkî li rojavayê Kurdistanê xwar û wiha got: “Her cure hewlek ji bo avakirina rewş de fakto li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê dê bibe sedema encamên xirab.”

Ji aliyekî din, hevserokê PYDê Salih Muslim jî, di hevpeyvînekê de digel BBC got: “Em dewletê ava nakin, ji ber wê jî bila Tirkiyê netirse lê Tirkiye nikare bi hêceta parastina welatiyên xwe rojavayê Kurdistanê bide ber topan.” Rûdaw