Serrûpel Nûçe Ocalan pesna Idrîs Barzanî dide

Ocalan pesna Idrîs Barzanî dide

Belav bike

Civîna amadekariya Kongreya Neteweyî ya Kurdî duh (22.07.2013) li havîngeha Selahedîn a Hewlêrê bi serpereştiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi beşdariya nûner û lîderên 39 partî û hêzên kurdî ji hemû beşên Kurdistanê hat sazkirin.

Hat zanîn, rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêka şanda BDPê peyamek ji Îmraliyê ji civînê re şandibû. Ocalan di peyama xwe de behsa rola Îdrîs Barzanî di avakirina yekitiya neteweyî ya kurdan de dike.

Di beşek din a peyama Ocalan de ku ketiye destê Rûdawê, wiha hatiye gotin: “Ez silavên xwe ji birêz Barzanî û Talebanî her wiha Nêçîrvan Barzanî dişînim. Min destpêkê digel bavê wî (Nêçîrvan Barzanî) Îdrîs Barzanî kar kir û me protokolek 11 xalî îmze kir. Karê wî gelekî bi dilê min bû û gelekî bi başî dinirxînim.”

Felakedîn Kakeyî ku wê demê endamê lêjneya pêwendiyên PDK bû, di nivîseke xwe de yak u Nîsana îsal di heftenameya Rûdawê de hat belavkirin, li ser wê protokolê wiha dinivîse: “Piştî gotûbêjên dirêj protokola han sala 1983 li Şamê (paytexta Sûriyê) di yekem hevdîtina Ocalan û Îdrîs Barzanî de hat îmzekirin. Protokol nihênî bû û her du aliyan bi navê her du partiyan (PKK û PDK) hat îmzekirin.”

Kakeyî di berdewamiya nivîsa xwe de wiha dibêje:“Protokola navbera PKK û PDKê “girîngtirîn û bihêztirîn rêkeftina di navbera du hêzên Kurdistanî bû ji bo rizgarî û serxwebûnê. Ji ber ku di sedsala bîstem de tu rêkeftinek Kurdistanî di wê astê de nehatiye îmzekirin. Ji ber ku dema protokol eşkere bû her 4 dewlet (îran, sûriye, tirkiye, Iraq) hejand. Ji ber vê yekê Tirkiyê sala 1984an êrişên bejayî û asimanî li dijî hêzên pêşmerge û bingehên PDK û PKKê yên li başûrê Kurdistanê dest pê kir. Lê bi tundî bersiva wan êrişan hat dayîn û dewleta Tirkiyê bilez hêzên xwe paşde vekişand.”

Felakedîn Kakeyî dibêje: “Bi giştî Îdrîs li ser çareseriya pirsa kurd li Bakûr û hemû beşên din ên Kurdistanê rijd bû, ji ber ku ev yek garantiya serkeftina başûr e jî.”

Îdrîs Barzanî ku sala 1946 ji dayik bûye, roja 31.01.1987 li bingeheke hêzên pêşmerge li başûrê Kurdistanê wefat kir. Îdrîs Barzanî fermandeyekî navdar ê Şoreşa Îlonê bû û kesekî gelekî cemawerî bû û hertim li nav xelkê û pêşmergeyan de bû. Dîplomatekî gelekî serkeftî bû. Îdrîs Barzanî piştî têkçûna Şoreşa Îlonê û ji nû ve destpêkirina şoreşê bû berpirsê pêwendiyên PDK û di çêkirina pêwendiyan de digel partiyên din ên Kurdistanî rolek berçav list.

Îdrîs Barzanî ji aliyê alîgir û endamên PDKê de wek “endazyarê lihevhatina neteweyî” tê nasîn ji ber ku wî karî digel rayedarên YNKê li ser sekinandina şer bigihîje rêkeftinê ku ev jî bû bingeha çêbûna Bereya Kurdistanî di sala 1988an de.Rûdaw