Serrûpel Nûçe Vîzaya Emerîka wê li Hewlêrê were dayîn

Vîzaya Emerîka wê li Hewlêrê were dayîn

Belav bike

Di civînê de, serokwezîrê Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûna konsulê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Konsulê nû yê Amerîkayê di axaftinekê de got ku, ew kêfxweş e li herêma Kurdistanê dest bi karê xwe yê nû dike û hêvî kir ku, hevkarî û hevahengiyeke baş digel hikûmeta herêma Kurdistanê hebe û têkleiyên navbera Hewlêr û Waşîngtonê geştir bike.
Konsulê nû yê Amerîkayê ew yek jî eşkere kir ku, ji nuha û pê de dê vîzaya amerîkayî li Hewlêrê ji hevwelatiyên Kutrdistanê re bê dayîn. Serokwezîrê Kurdistanê jî ev pêngava konsulxaneya Amerîkayê bi pêngaveke erênî û dilxweşker wesif kir.

Rewşa Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijareke din a civîna navbera serokwezîrê Kurdistanê û konsulê nû yê Amerîkayê bû. Behsa normalîzekirina têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û serdanên vê dawiyê di navbera her dulaiyan de hat kirin û Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê hertim bi wê yekê re ye ku, hemû arîşe û pirsgirêk bi diyalog û lihevtêgehiştinê bên çaresr kiri. Her li dor vê mijarê konsulê nû yê Amerîkayê serdana serokê herêma Kurdistanê bo Bexdayê û serdana serokwezîrê Îraqê bo Hewlêrê bi pêngavên erênî û di xizmeta hemû Îraqê de wesif kirin.

Rewşa Suriyeyê û tesîra wê li ser deverê di civînê de hat behis kirin û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî tevî diyarkirina nerehetiya xwe li hember kirîza Suriyeyê, tekîd kir ku, niqteya herî giring ji bo herêma Kurdistanê eve ku, şer û alozî nekevin nav deverên Kurdistana Suriyeyê  û gelê kurd li Suriyeyê bi mafên xwe şad bibe. Barzanî di axaftina xwe de behsa rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê kum hijmara wan ji 160 hezar penaberan derbas bûye, kir û daxwaz ji civaka navdewletî û Amerîkayê û Îraqê kir ku destê alîkariyê bo penaberên surî yên li herêma Kurdistanê dirêj bikin.