Serrûpel Nûçe Serokê AZADÎ li ser Cebhet El Nesre diaxife

Serokê AZADÎ li ser Cebhet El Nesre diaxife

Belav bike

Derbarê êrişên Cebhet el-Nûsra de Mistefa Cuma wiha dibêje: “Cebhet el-Nusra bi erkekî radibe. Zincîra sînor a Kurdistana Rojava hemû digihe hev, li Til Ebyed kurd û ereb bi hev re dijîn. Dixwazin wan herêman ji destê kurdan derbixin û ji bo navbera herêma Cezîrê, Efrîn û Kobanê ji hev biqetînin. Ev tiştekî xetere û divê kurd li beramber rawestin.”

Cuma ragihand ku divê bi van bûyerên dawî yên li rojava, partiyên rojava nakokiyên xwe bidin aliyekê û wiha got: “Divê em hevdû qebûl bikin. Her kes bi erkê xwe rabe. Ez dikarim hezar leşkeran amade bikim. Aliyekî din dikare 2 hezar bide û divê em hev fêm bikin. Divê armanc û nêrînên kurdan bibin yek.” Rûdaw