Serrûpel Nûçe Serokê PYD çû Stenbolê

Serokê PYD çû Stenbolê

Belav bike

Di vê serdana xwe de Mislim wê ligel rayedarên Istîxbarat Tirkiyê MIT re bicive.

Piştî Stenbolê wê Mislim biçe Parîsê.

Li aliyê din, wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu got ku di nava mehekê de 2 caran bi PYD re rûniştine.

Salih Mislim berê di hevpeyvîneke xwe de gotibû ku ew hêvî dike li Stenbolê bi MIT re çayekê vexwe.

Balkêşe, berê her kesê ku diçû Stenbolê, çi bi kar, çi bi zeyaret çi jî ji bo beşdarbûna civîneke li ser pirsa Kurd li Sûriyê, Salih Mislim û partiya wî PYD ew bi xiyanetê tewanbar dikirin.

AVESTA KURD