Serrûpel Nûçe Gelo Nêçîrvan Barzanî diçe serdana Ocalan?

Gelo Nêçîrvan Barzanî diçe serdana Ocalan?

Belav bike
Sibe Barzanî wê ligel serokwezîrê Tirkyê Erdogan bicive.

Di rojeva her du aliyan de, pirsên Sûriyê, Îraq û pêwendiyên her du aliyan hene.

Pirseke din jî dibe ku di rojevê de be, gelo wê Barzanî biçe serdana serokê PKK Abdullah Ocalan li Îmralî?

Weke tê zanîn di civîna amadekirina Kongreya Netewî de, Ocalan silav ji bo serokwezîr Barzanî û serokê herêmê re şandibûn û xebatên wan bilnid nirxandibûn.

Her wiha Ocalan gotibû ku wî bi bavê Nêçîrvan Barzanî,bi Idrîs Barzanî re xebat ji bo lidarxistina Kongreya Netewî kiribû.

Ocalan helwesteke baş ji bo serokatiya herêma Kurdistanê nîşan dabû.

Li aliyê din, Nêçîrvan Barzanî riya hevdîtinên Ocalan û dewleta Tirk vekiribûn û ew hîmdarê wan hevdîtinan e.

Ocalan van rojên dawiyê gotibû ku eger hikûmeta Tirk gavan neavêje, dibe ku ew xwe ji pêvajoyê bikişîne, dibe ku Barzanî ji bo ku careke din pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiyê û PKK baş bi rêve biçe, roleke din bilîze.

Kongreya Netewî jî, di rê de ye û ji Ocalan tê xwestin ku bi şêweyekî baş piştgiriya wê bike.

Nêçîrvan Barzanî, xwediyê wê rolê ye, ku bikaribe hem aliyê Tirk, hem jî aliyê Kurd, li hev bîne û pêvajoya aştiyê û kongreya netewî ku tê palan kirin di nîverasta Tebaxa vê salê de were lidarxistin, bigihîne serkeftinê û encameke erênî.

AVESTA KURD