Li gor zanyariyên nûçegihanê Rûdawê dane, dema Îsa Heso bi otomobîla xwe ji Taxa Kornîş derket û ji bo biçe ser karê, teqîn pêk hat. Tê gotin di bin otomobîla wî de bombe hatibû bi cih kirin û dema lê siwar bûye, bombe hatiye teqandin.
Îsa Heso berî tevlî PYDê bibe, endamê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) bû.
Berî şoreşa Sûriyê Îsa Heso ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatibû girtin û bi dest pê kirina şoreşê re tê berdan. Du kurên Îsa Heso di nava refên PKKê de jiyana xwe ji dest dane.
Piştî teqînê hêzên asayîşê hatin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.
Cenazeyê Îsa Heso birin mizgefta Qasimo û wê îro saet 17.00an cenazeyê wî li rojhilatê bajarê Qamişlo bê veşartin.
Rûdaw