Serrûpel Nûçe Her du serokwezîr civiyan

Her du serokwezîr civiyan

Belav bike


Di civînê de her du aliyan tekîd li ser xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên aborî û bazirganî di navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê, bi tyabetî tîkeliyên di warê enerjiyê de hat kirin. Barzanî û Erdogan li ser wê yekê hevfirkir bûn ku, divê zêdetir giringî bi wan waran bê dan yên ku, di berjewendiya hevbeşa niha û paşeroja herêma Kurdistan, Îraq û Tirkiyeyê de ne.

Rewşa siyasiya û amnî û çarenivîsa pirosesa siyasî li Îraqê û ew pêngavên ji bona normalîzekirina peywendiyên Hewlêr û Bexadyê tên avêtin û destpêkirina danûstanidnan ji bo çareserkirina pirsgirêkan, mijarên din yên civînê bûn. Divê çarçoveyê de hikûmeta Tirkiyeyê dilxweşiya xwe li hember başbûna peywendiyên navbera Kurdistan û Îraqê nîşan da.

Ji aliyê herêma Kurdistanê; Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê û ji aliyê Tirkiyeyê jî ve; Ehmed Daudoglo wezîrê derve, Tener yeldiz wezîrê enerjiyê û Heyatî Yazcî wezîrê gomirk û bazirganiyê amade bûn. (krg)