Serrûpel Nûçe Merasîma veşartina Kakeyî

Merasîma veşartina Kakeyî

Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji dezgehên çapemeniyê re axivî û wiha got: “Em îro ji bo xatirxwestina heval û dostekî hêja, rewşenbîr, nivîskar û pêşmergeyekî tekoşer li virin. Hebûna me ya li vir ya di merasîma veşartina Felakedîn Kakeyî de nîşan wê yekê ye ku ew di dilê hemû kurdekî de ye. Îro nûnerê partî û aliyên her çar parçeyên Kurdistanê li vir amade ne.”

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Bê şik û guman kek Felakedîn Kakeyî jiyana xwe ji bo xizmeta doza rewa ya gelê kurd veqetandiye.  Pêşmerge bû, xebat, karê siyasî û rewşenbîrî kiriye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Îro hemû gelê Kurdistanê bi koça dawî wî birêzî xemgînin… Cihê wî li Kurdistanê diyar bû. Bandorekî zêde li ser min çêbûye, ji ber ji despêka zarokatiyê ve nasîbûneke me ligel kek Felakedîn hebû. Kek Felakedîn ji nêzîk ve bi berdewamî ligel rehmetiyê bavê min kar dikir. Bi taybet piştî şoreşa 1975an. Li bîra mine,rojane zêdetirî 6-7 saetan ligel hev rûdiniştin, ji bo zindîkirina şoreş û şandina pêşmergeyan kar dikirin.”

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Ev taziya îro ya hemû aliyekê ye. Taziya her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ez hêvîdarim ku xwedayê mezin sebrê bide mal û zarokên kek Felakedîn.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Ez spasiya  hemû aliyên beşdarî vê merasîmê bûne dikim. Ez spasiya kek Ehmed, Se’dî Ehmed Pîre, kek Zekî û hemû aliyênn din ên beşdar bûne dikim.” Rûdaw