Serrûpel Nûçe Doktor çûne cem Ocalan

Doktor çûne cem Ocalan

Belav bike

Li gor nûçeya Hurriyetê, 16ê Tîrmehê de şandeya ku ji dahîliye, cildiye û pispora dilê pêk tê, çûye Îmraliyê û herkes di çarçoveya pisporiya xwe de Ocalan ji qontrolê derbas kirine. Şandeya pîspor raporekî derbarê rewşa Ocalan de amade kir û di vê raporê de qeyt kirin ku “Di rewşa sihetiya Ocalan de tu pirsgirêk tune ye.”  

Ji Ewropayê Heyet Hat

Di vê navberê de derket holê ku heyetekî ji Konseya Ewrupayê bi dixtoran re serî li Abdullah Ocalan dane.

Li gor vê, heyeta Komîteya Bergiriya Îşkence ya Ewropayê (CBT) yê ku Tirkiyê jî endamê vê ye, di meha Hezîranê de hatine Îmraliyê û bi Ocalan û mehkûmên din re hevdîtin pêk anîne û li gor çavkaniyên Wezaretê, dixtorên li cem wan jî, ji Ocalan re venêrîna hewce kirine. Xeberên Kurdî