Nêçîrvan Barzanî wê beşdarî merasîma sondxwarina serokê nû yê Îranê Hesen Rûhanî bibe.
Ligel Barzanî, wezîrê avakirinê Kameran Ehmed û sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamê polîtburoya PDKê Azad Berwarî jî çûne Tehranê.
Nûnerên 60 welatan ji bo vê sondxwarina ku wê seet 16.00 li gora dema Tehranê çêbibe, hatine vexwendin.
AVESTA KURD