Rêjîn Ezîz Weysî, di gotareke xwe de, ku di rojnameya Evro de hatiye weşandin, ya bi ser nivîsa „Bi destxistina destelatê bi riyê îdeolojîk bihara erebî xistiye nava pêlên zivistaneke dijwar“ nivîsiye balê dikişne ser bi destxistina destelatê li welatên erebî.
Rêjîn Ezîz Weysî ku xwediya Mastere di qanûnê de, kurtelêkolîneke hêjayî xwendinê ye di derbarê bidestxistina destelatê li welatên Erebî pêşkêşî xwendevanan dike.
Di gotarê de wiha hatiye: „Sîstemên desthilatê yên paşverû, yên erebî ku bi riya şoreşan bibûne desthilatdar, yan jî bi riya derbeyên eskerî bibûne xwedan rewatiya desthilatê her tişt kirine qurbanî…“
„Ew rêveberiyên bi duruşmên azadî, demokrasî, û dadwerî ji bo miletê deshilatdar girtibû, gav bi gav azadî, demokrasî, dadwerî û jiyana milet qurbanî parastina desthilata xwe kirin…“
Nivîskar wiha berdewam dike:
„Welatê Misirê navendek bû ji bo hemû cîhana îdeolojiya Ereban… Lê ew ideolojiya Erebî ya Misirê serpereştiya wê dikir bi tenê amrazek bp ji bo birêvebirin û parastina desthilatekê ku bibû barekî giran li ser milê miletê Misirê…“
Rêjîn Ezîz Weysî balê dikişîne ser armanca bihara erebî û dibêje, “di Bihara Erebî de xelkê gaziya guhertina vê sîstemê hildida û daxwaza jinyaneke xweştir, tena û parastî dikir. Ji bo ku tirs tirs ji sîstema birêvebirinê nemîne, çunku ew welatên xelk têde ji ber sîstema birêvebirên desthilata wê, di nava tirsê de dijîn. Misoger têk diçin, belê ewên xelk bêtirs têde jiyan dikin, ji ber piştrastiya sîstemê birêvebirina xwe, bêguman ber bi aramî û bextewerî diçe û her bi hêztir dibe…“
Di berdewamiya nivîsê de hatiye ku hemû idemolojî, di dema bihêzbûnê de hewl didin hemû desthilatê bixine destê xwe, ji ber ku armanca wan ya nehênî tenê desthilat e, her cure rêk û rêbazê bi kar tînin, çi rewa û çi jî ne rewa.
„Îro rêkxistinên ideolojî yên cur bicur hene, çi yên demargîr, û rêkxistinên ayînî yên tundrew… “
Rêjîn Ezîz Weysî, di nivîsa xwe de balê dikişîne ser rewşa Kurdistanê.
„Yê ku îro desthilat e, xelk bi xwe ye û bizava mêjûyî ya xelkê ye. Ev rastî dihêle Kurdistan bibe welatekî aram, seqamgîr û ew yekemîne li seranserê Îraqê, di demekê de li tevayî deverên li derveyî Kurdistanê, di nava aloziyên siyasî, civakî, mezhebî de dijîn. Eger li Kurdistanê ne bizava netewî ba, lê bizaveke din ya ideolojiya desthilat ba, Kurdistan niha ji deverên din yên Iraqê wêrantir lê hatiba, ev rastiyeke gelek ber bi çav e…”
„Dema ku proseya Bihara Erebî“ dest pê kiribû, Gorran û grûpên din yên Îslamî hewl didan bi piştgiriya bayê vê bizavê rewşa Kurdistanê têk bidin û hemû destkeftên xelkê Kurdistanê bikine qurbanî ji bo armanca desthilata xwe ya xwedan bingeheke ideolojîk…“
„Armanca Gorran di wan rojan de ji her demekê zêdetir eşkere bû, ku deshilata bizava netewî li Kurdistanê, desthilateke demokratêk e, ji bo berjewendiyên netewî…“
„Opozîsyon ku berî salekê dixwest pişta xwe bide bayê Bihara Erebî û bizava netewî ya Kurdistanê têk bide, pêdiviye baş lêkolîna wirdekariyên mêjûyî bike…“
Rêjîn Ezîz Weysî di dawiya gotara xwe de wiha dibêje:
“Di dawiya salên 60 de, dema ku Misir li hember Îsraîlê têk çû, helbestvanê navdar yê Ereb Nîzar Qebanî wiha nivîsand:
Trajedya me ev e
Qêrînên me berztirin ji kiryarên me
Şûrên me dirêjtirin ji laşên me
Egera têkçûna Misirê ev bû û her wiha egera têkçûna Gorran jî dê her ew be.
Duruşmên Gorran bilindtirin ji kiryarên wan
Şûrên wan jî diyare ji laşên wan zor dirêjtirin…