Serrûpel Nûçe Dr. Hekîm û Salih Mislim diçine Tehranê

Dr. Hekîm û Salih Mislim diçine Tehranê

Belav bike

Biryare di nava vê heftiyê de hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdulhekîm Beşar serdana Îranê bikin.

Konsolê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Seyd Ezîm Husênî nûçeya serdana Mûslim û Ebdulhekîm Beşar a ji bo Îranê piştrast kir. Husênî ji Rûdawê re ragihand: “Dibe ku di nava vê heftiyê de ew serdan bê encamdayîn.” Seyd Ezîm Husênî amade nebû ecêndeya wê serdanê eşkere bike.

Serdana hevserokê PYDê ya ji bo Îranê, piştî serdana berî du heftiyan a ji bo Tirkiyê tê ku hê jî hurîtiyên wê bi giştî nehatine eşkerekirin.

Konsolê Îranê behsa peywendiyên navbera welatê xwe û pêkhateyên Sûriyê kir. Navbirî ragihand ku welatê wî bi hevkariya ji bo Sûriyê hewl dide ku ‘Peywendiyên hevdeng ligel kurdan hebe û ji bo bikarin di aramkirina Sûriyê de bibin alîkar û pêşî li pêşdeçûna terorîstan bigrin.” Rûdaw