Serrûpel Nûçe AA roja 1 Îlonê dest bi weşana kurdî dike

AA roja 1 Îlonê dest bi weşana kurdî dike

Belav bike

Ajansa Anadoluyê(AA) di selvegera 100. ya avakirina xwe de bi weşana 11 zimanan dixwaze bikeve nav 5 ajansên dinyayê yên herî mezin. Ajans di vê çarçoveyê de dê ji 1ê îlonê pê ve bi  zaravayên kurmancî û soranî weşanê bike.

AA li gel tirkî bi erebî, îngîlîzî, BHS(Boşnakî, Hirvatî, Sirpî) û Rûsî weşanê dike û ji bo weşana kurdî jî amadehiyên ku di meha adarê dest pê kiribûn, qediyan. Di çarçoveya projeyê de potansiyela herêmên kurdîaxêv û medya hat nirxandin û li gorî vê yekê buro û kadro hatin amadekirin.

Servîsa Nûçeyên Kurdî, ji ekîbeke bi 40 kesî, li Erbîlê û Ankarayê hat avakirin. Ekîba Ankarayê ku ji 15 kesan pêk tê ji meha gulanê ve li Akademiya Nûçeyan a AAyê hatin perwerdekirin. Ji Zanîngeha Mardîn Artûklûyê û Zanîngeha Muş Alparslanê mamosteyan û rojnamegerên bitecrûbe ders dane rojnamegeran. Piştî perwerdeyê weşana bi kurmancî ji bo ceribandinê dest pê kir. Li bakurê Îraqê jî ji bo weşana soranî hin xebatên qadê hatin kirin.

- Midûrê Giştî yê AAyê çû serdana Herêma Kurdistana Federal a Îraqê  (Xeberên Kurdî)