Rêkxerê peywendiyên navbera parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê de Seîd Xalid îro saet 10.00an di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Serokê hikûmetê ji bo şopandina wê dosyeyê ciddiye. Ji ber wê yekê wê lijneyekê ji hikûmet, xizmê keçên Enfalkirî û rêxistinên civaka sivîl dirûst bikin û wê bi awayekî ciddî bişopînin.”
Nûnerê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) li Misrê Mela Yasîn jî di heman civîna çapemeniyê de wiha got: “Berî çend salan nûçeyekî bi wî awayî hebû û me şopand. Lê me ti şûpek bidestnexist. Niha jî emê hemû hewldanan bikin û ji bo em bişopînin. Ger ti bingehekî wê hebe û ji bo em encamekê bi dest bixin.”
Li gor belgenameyek ku 10.12.1989an li rêveberiya sîxûriya serdema rejîma berê ya Iraqê ya li Kerkûkê derçûyî, behsa firotina 18 keç û jinên kurd a ji bo yaneyeke şevane ya Misrê tê kirin. Tê gotin ku temenê wna di navbera 18-29 saliyê de bûn. Rûdaw