Serrûpel Nûçe 2 pîlotên tirk li Beyrûtê hatin revandin

2 pîlotên tirk li Beyrûtê hatin revandin

Belav bike



 Balyozê Tirkiyeyê yê Beyrutê Sûleyman Özyildiz ji televizyona fermî ya dewleta Tirkiyê re ragihand ku bûyer bişev seet di 3:30an de li ser riya balafirxaneyê pêk hatiye û wiha pê de çû:


“Pêşîya serwîsa xebatkarên Rêhewayên Tirk (THY) dema diçe otelê ji aliyê kesên çekdar ve tê birîn. Kesên çekdar hostesan ji serwîsê peya dikin, pîlot û alîkarê wî direvînin.

Özyıldız diyar kir bi karbidestên Lubnanî  re têkilî danîne lê hêj nizanin ka ew kesên ku pîlotên wan revandine kî ne.

Wezareta Karûbarên Hundirîn ya Lûbnanê da zanîn ku ew bûyerê vedikolînin û îfadeya ajotvanê serwîsê girtine. Hat ragihandin pîlotên ku hatine revandin Murat Akpinar û Murat Ağca ne. (Turan Aktaş)