Rûdaw: Hinek pevçûnên we ligel grûpa Cebhet el Nusra li derveyî navçeyên kurdî ne. Gelo xelkên wan navçeyan piştgiriya we dikin?
Sîpan Hemo: Hinek Erebên gundnişîn piştgiriya YPGê dikin. Ji ber ku YPG li ser daxwaza wan çû wan deveran. Êlên Çelaxa û Cibûrî û pirraniya navçeyê piştgiriya me dikin. Di pevçûnên me yên vê dawiyê de me li dijî gellek çekdarên biyanî şer kir ku bi rêya Tirkiyeyê hatine nav axa Sûriyê. Wek mînak ewên ku li Serê Kaniyê hatine kuştin hevwelatiyên welatên wek Misr, Erebistana Siûdî û Tûnisê bûn. Yek ji Cîhadiyan jî amerîkî bû, herwiha pirraniya çekdarên li Til Koçer kuştî jî pasportên iraqî û yên welatên din bi wan re hebûn.
Bi baweriya hinek pisporan, hebûna Kurdên sêkûlar li deverê sûdê digihîne Amerîka û welatên rojava li dijî grûpên çekdar.
Em Kurd demokrat, pêşverû û sîngfireh in li deverê. Li Herêma Kurdistanê binêre! Ew mînaka herî baş e ji bo teqezkirina gotina min. Heta niha ti neteweyên ereb negihiştine wê pêşketina wan. Tew Kurd dikarin ji wiha baştir jî bin. Lewma di berjewendiya Amerîka û welatên rojava de ye ku li Kurdên Rojavayê Kurdistanê û şiyanên wan mikur bên.
Pêwist e rojava bi çi awayî nêzîkî Kurdan bibe?
Jixwe welatên rojava Kurdistan çar parçe kir. Mixabin welatên rojava niha jî vî karî dikin û berdewam in li ser piştguhxistina têkoşîna Kurdan. Pêwist e bi Kurdan re gotûbêjan bikin û kêşeyên girêdayî deverên kurdî piştguh nexin. Ji ber ku eger Kurd statuyekê li Rojhilata Navîn bi dest bînin, bêguman Amerîka û welatên rojava sûdmend dibin.
Krîza Sûriyê gihiştiye deriyekî girtî. Bi dîtina we, krîz çawa dikare çareser bibe?
Şoreşa Sûriyê gihiştiye rewşeke xetimî. Bi gotineke din, Îslamiyên tundxwaz wek pêşeng tên dîtin. Ev jî gefê li ser Amerîka û rojava dirust dike. Aloziyên di navbera Elewî û Suniyan de gihiştine xalekê ku jê veger tine. Çareseriya wan kêşeyan jî naskirina Kurdan û dayîna mafên wan e. Ji xeynî Kurdan, çareseriya kêşeya kurd ne li ba ti kesî ye. Eger Amerîka û rojava hesabê Kurdan nekin, wê Îslamiyên tundxwaz desthilatê zeft bikin û bi vî rengî wê Sûrî parçe parçe bibe.
Çawa Tirkiye rê dide Îslamiyên tundrew ku bêne nav Sûriyê, di demekê de ku Enqare bi Kurdên Bakur re di proseya aştiyê de ye?
Bi rastî rewşeke pirr seyr e. Tevî ku Tirkiye bi Kurdên xwe re di nava proseya aştiyê de ye, lê ji rewşa Kurdên Sûriyê dilteng e. Ev herdu tevger berevajî hev in. Me di demeke kêm de gellek qezenc bidest xistin. Heta niha Kurdan li hersê parçeyên din bi vê lezê qezenc wiha bidest nexistine.
Em Kurd ji destpêkê de bêalî mane û neçûne ser bi ti alî ve. Em dizanin ku ji bo seranserê Sûriyê em nikarin tiştekî bikin. Lê herdem me teqez kiriye ku em dikarin navçeyên kurdî biparêzin. Lê Tirkiye ji helwêsta me nerehet bû. Ewa ku Tirkiye dilteng kiriye ew e ku Kurd fermanrewayiya navçeyên xwe dikin. Berpirsên tirk vê dawiyê ragihandin ku desttêwerdanê dikin.
Gelo hûn li ser Tirkiyeyê gef in?
Berevajî van tiştên ku berê derbarê me de hatine gotin, em xwe wek hevalên welatiyên tirk dibînin. Em alîgirê wan kesan in, ewên ku dikarin demokrasiyê di navçeyê de ber bi pêş ve bibin. Eger ev navçe têkeve bin destê Îsalmiyên tundrew, ev dibe karesat ji bo Rojhilata Navîn û cihanê jî. Qezencên me sûdê digihînin welatiyên tirk û navçeyê.
Hildana ala YPGê li ser dergehê sînor yê Serê Kaniyê hinek berpirsên tirk dilteng kir. Çima hûn xwe ji van reftaran dûr naxînin?
Ne pêwîst e wek kêşeyekê li vê bê nêrîn. Li hemû navçeyên ku dikevin bin kontrola me de, em ala YPGê hildidin. Lê pêwîst e vê yekê jî bêjim ku navçeyên kurdî di bin destê Desteya Bilind a Kurdî (DBK) de ne. Ew navçeyê birêve dibe. Piştî serketina leşkerî, navçe dikeve bin destê Desteya Bilind a Kurdî û ala desteyê lê tê hildan.
Mixabin ev babet pirr caran hatiye gurkirin. Dema me biryar da ku em YPGê damezirînin, me serdana hemû partiyan kir, ne tenê PYDê. Herwiha me serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kir. Me li deriyê gellek partî, xelk û berpirsan da. Me ji hemû partiyan re ragihand ku em bi niyaz in ku hêzeke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê damezrînin. Dibe bi bîra te bê ku çend êriş li ser Kurdan hatine kirin. Wek mînak êrişa sala 2004ê ya li Qamişloyê. Herwiha êrişa sala 2007ê ya Reqayê. Ji bo rêgirtinê li ber van êrişan, me pêwîst dît ku em hêzeke xwe ya leşkerî damezrînin. Lê hemû partiyên ku em bi wan re axivîn bîrokeya hêza leşkerî red kirin. gotin damezrandina hêzeke bi vî celebî giran dibe. Bi bawerî PYDê di hewldanên me de arîkariya me kir. Di nav yekîniyên YPGê de endamên partiyên kurdî yên din li kêleka endamên PYDê hene, wek Partiya Pêşverû ya Demokrat, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî, Partiya Çep a Kurdî, Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî, Aşûrî û hinek partiyên din.
Dixwazim careke din dubare bikim ku em ne baskê leşkerî yê ti partiyê ne. Em di bin fermandariya Desteya Bilind a Kurdî de ne. Em xebatê ji bo parastina navçeyên kurdî dikin. Heta ku kêşeya asayişî li Rojavayê Kurdistanê hebe, YPG dimîne. Bi rastî ev yekem car e ku bi awayekî fermî ji bo nêrîna giştî radigihînim: Sala 2009ê me hemû partî dîtin, dibe ku ji bo berjewendiyên partiyên xwe wan ev tişt behs nekiribin. (Rûdaw)