Salih Mislim ji ajansa ANF re axifî û got ku wezareta derve ya Iranê ew vexwend.
Mislim got ku ewê di hefteya pêşiya me de dîsa li ser vexwendina Tirkiyê biçe Enqerê û hevdîtinan ligel berpirsiyarên Tirk pêk bîne.
Mislim her wiha diyar kir ku deriyê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de (Sêmalka) hîn jî girtiye, lê ji ber ku nerazîbûn zêde bû, berpirsiyarên hikûmeta Kurdistanê dibêjin ew vekiriye.
Salim Mislim negot, ew li Iranê bi kê re civiya ye û çi ji wî xwestine.
AVESTA KURD