Serrûpel Nûçe Bayik piştgiriya Barzanî kir

Bayik piştgiriya Barzanî kir

Belav bike

Barzanî got ew Kurdên rojava bi tenê nahêlin, ewê bi hemû hêza xwe biçin li rojava Kurdan biparêzin.

Li aliyê din duh, endamê polîtbîroya PDK Dr. Kemal Kerkûkî çû Qendîlê.

Kerkûkî ji aliyê hevserokê serokê Konseya KCK Cemîl Bayîk ve hate pêşwazîkirin.

Bayîk got ew bi her awahî piştgiriya nameya Barzanî dike.

Her du aliyan li hev kirin ku şerê ragihandinê di navbera xwe de rawestînin.

Bi Kerkûkî re, Seedî Pîrê, endamê polîtbîroya YNK jî hebû.

Weke tê zanîn, berî çend rojan Bayîk gotibû PDK roleke xerab li rojavayê Kurdistanê dilîze.

PDK jî nivîsên tund li dijî Bayîk weşandin û ew tewanbar kir ku yekîtiya netewî xerab dike û li gora siyseta Ocalan tev nagere.

AVESTA KURD