Li gor zanyariyên Rûdawê, şerê gulleyan di navbera du aliyan de dirûst bûye. Ji ber wê sedemê birayê parêzgarê Dihokê Dawid Remezan Ertûşî û 2 kesên din (Kur û bav) hatine kuştin.
Rêveberê polîsên parêzgeha Dihokê Tariq Ehmed ji Rûdawê re ew nûçe piştrast kir û got: “Dema ji ber pirsgirêkekê şerê devkî di navbera birayê parêzgarê Dihokê (Dawid Remezan Ertûşî) û aliyê din de dirûst bû, ji ber wê yekê birayê parêzgar û 2 kesên din hatin kuştin.”
Rêveberê polîsên Dihokê wiha got: “Em niha di nava bûyerê de ne, lêkolînê dikin û nikarîn ti zanyariyekî din bidin.” Rûdaw