Birayê Ocalan Mehmet Ocalan bi birayê Cumalî Karsu yê li Girtîgeha Îmrali dimînê re çûn Girava Îmrali.
Birayê Ocalan Mehmet Ocalan piştî ji giravê vegeriya ku bersiv da pirsên rojnamevanan û got, “Hevdîtina me nêzî saetekê berdewam kir. Pêvajo bi yekalî wê pêş nekeve, divê her kes vê zanibe. Eger wê tiştek çêbibe ew jî bi du aliyan ve wê çêbibe. Çavdêriyên min ev qas in. Ji ber ku ev 6-7 meh in birayê min Abdullah Ocalan çi ji dest hat kir, ji niha û şûn ve wê pêvajo bi yekalî pêş nekeve. Çavdêriyên min ev qas in. Di demeke kurt de eger parêzer û heyeta wekîlan biçin wir wê baş be.”
Li ser pirseke rojnamevanekî ya, Ocalan beriya niha bal kişandibû ser dîroka “1’ê Îlonê” Mehmet Ocalan got, “Daxuyaniya min da ji bo vê bes e, her tiştî dide xuyakirin.”
Li pirsa qetlîama Rojava jî Mehmet Ocalan wiha got, “Qetlîama ku li Rojava ji aliyê El Qaîde ve hat kirin, şermezar kir. Got ku ev tiştekî derveyî mirovatiyê ye. Divê her kes vê zanibe, ev ne feydeyê dide Tirkiyeyê ne jî dide Rojhilata Navîn, ev rêxistin bûne bela serê cîhanê.”Anf