Serrûpel Nûçe Şêrko Bêkes hate veşartin

Şêrko Bêkes hate veşartin

Belav bike

Îro di merasîmekê de çenazeyê şaîrê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes li Parka Azadî ya Bajarê Silêmaniyê hat veşartin. Cenazeyê Şêrko Bêkes doh ji Swêdê gehişte bajarê Hewlêrê û îro jî bo Silêmaniyê hat şandin.

Doh dema cenazeyê Şêrko Bêkes gehişte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê malbata wî, hejmareke zêde ya berpirsên hizbî û hikûmî ve hat pêşwazîkirin ku di nav wan de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, Cîgirê Serokwezîr Îmad Ehmed û Cîgirê Serokê Parlamentoyê Hesen Mihemed Sûre jî hebûn.

Piştî zêdeyî sê mehan li nexweşxaneyeke Stockholma paytexta Swêdê tedawî dît, roja 4’ê vê mehê şaîrê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes di temenê 73 salî de koça dawî kir. Şêrko Bêkes kurê şaîrê navdar ê Kurd Fayeq Bêkes e û sala 1940’ê li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye.

Şaîrê kurd Şêrko Bêkes di wesyetnameya xwe de gotibû ku dema koça dawî kir bila di şîniya wî de tenê muzîk hebe û termê wî jî li nav Parka Azadî ya Silêmaniyê bê veşartin daku li nîzîkê gora wî keç û kurên dildar bibin mêvanê wî. Bas

Îro di merasîmekê de çenazeyê şaîrê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes li Parka Azadî ya Bajarê Silêmaniyê hat veşartin. Cenazeyê Şêrko Bêkes doh ji Swêdê gehişte bajarê Hewlêrê û îro jî bo Silêmaniyê hat şandin.

Doh dema cenazeyê Şêrko Bêkes gehişte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê malbata wî, hejmareke zêde ya berpirsên hizbî û hikûmî ve hat pêşwazîkirin ku di nav wan de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, Cîgirê Serokwezîr Îmad Ehmed û Cîgirê Serokê Parlamentoyê Hesen Mihemed Sûre jî hebûn.

Piştî zêdeyî sê mehan li nexweşxaneyeke Stockholma paytexta Swêdê tedawî dît, roja 4’ê vê mehê şaîrê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes di temenê 73 salî de koça dawî kir. Şêrko Bêkes kurê şaîrê navdar ê Kurd Fayeq Bêkes e û sala 1940’ê li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye.

Şaîrê kurd Şêrko Bêkes di wesyetnameya xwe de gotibû ku dema koça dawî kir bila di şîniya wî de tenê muzîk hebe û termê wî jî li nav Parka Azadî ya Silêmaniyê bê veşartin daku li nîzîkê gora wî keç û kurên dildar bibin mêvanê wî.

– See more at: http://kur.bas-news.net/ArticleDetail.aspx?articleid=4794#sthash.NzdVvuSE.dpuf