Çavkaniyeke nêzîkê hevalê wan herdu gencan ku qaşo ji bo cîhadê dixwestin biçin Sûriyê ji Basnewsê re got: ‘’Bîst roj dibe ew herdu ciwan winda bûn, piştre malbatên wan ciwanan serdana Asayişa Giştî ya Kurdistanê kirin daku bizanin ka çi bi zarokên wan hatiye, asayişê jî ji wan re gotiye ku ew ciwan radestî Hêza Dijî Terorê kirin û niha li ba wan girtî ne.’’
Heman çavkaniyê da zanîn ku Asayişa Giştî ji malbatên wan xortan re gotiye zarokên we li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên PYD’ê ve hatine girtin û piştre ew radestî Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê kirine.
Basnewsê çend caran xwest bi rêya telefonê û wek din jî xwe bighîne Rêveberê Ragehandina Asayişa Giştî Komîser Aştî Mecîd lê mixabin bersiv neda. Bas News
Du ciwanên Helebceyî dema dixwestin biçin Sûriyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên PYD’ê ve hatin girtin û piştre ew radestî Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê kirin.
Çavkaniyeke nêzîkê hevalê wan herdu gencan ku qaşo ji bo cîhadê dixwestin biçin Sûriyê ji Basnewsê re got: ‘’Bîst roj dibe ew herdu ciwan winda bûn, piştre malbatên wan ciwanan serdana Asayişa Giştî ya Kurdistanê kirin daku bizanin ka çi bi zarokên wan hatiye, asayişê jî ji wan re gotiye ku ew ciwan radestî Hêza Dijî Terorê kirin û niha li ba wan girtî ne.’’
Heman çavkaniyê da zanîn ku Asayişa Giştî ji malbatên wan xortan re gotiye zarokên we li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên PYD’ê ve hatine girtin û piştre ew radestî Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê kirine.
Basnewsê çend caran xwest bi rêya telefonê û wek din jî xwe bighîne Rêveberê Ragehandina Asayişa Giştî Komîser Aştî Mecîd lê mixabin bersiv neda.